EYN ÎSA – Meclîsa Sivîl a Reqayê bang li welatiyên ku hîna di hundirê bajarê Reqayê de mane, kir ku dûrî herêmên şer, bikevin.
QSD`ê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de heta niha bi hezaran sivîl rizgar kirine. Lê hin caran ji ber hebûna sivîlan li hîn deran pêngav dereng dimîne û çete sivîlan werkî mertal bi kar tînin.
Têkildarî mijarê, Meclîsa Sivîl a Reqayê daxuyaniyek weşand û bang li welatiyên ku di bajarê Reqayê de mane, dûrî herêmên şer bikevin.
Daxuyanî ji aliyê Şêxê Eşîra El-Boxemîs Hisên Reşîd ve hate xwendin.
Hisên Reşîd destnîşan kir ku wan berê ji sivîlên Reqayê xwestiye ku bajar derkevin, ji ber hebûna wan di bajar de, dibe sedema ku şehîdên sivîl û şehîdên hêzên rizgarkirî, zêde çêbin.
Reşîd bi domdarî got:”Em careke din bang li gelê xwe yê Reqayê dikin ku di malên xwe de bin û bi saetên şev derkevin derve da ku nebin metral di destê DAIŞ`ê de û li benda firsendekê bin ku werin rizgar kirin”.
Şêxê Eşîra El-Boxemîs ji QSD û hêzên ku di asîmanî de piştgirî didin wê, xwest ku bi awayekî çalak tevbigerin da ku bajar bi tevahî werê rizgarkirin.
Hisên Reşîd ji gelê Reqayê xwest ku gotegotan bawer nekin û wiha pê de çû:”Em ji gelê xwe dixwazin ku derewin ku dibêjin hêzên rizgarkirî zerarê dighêjîne sivîlan, bawer nekin û bila her kes zanebe ku derengmayîna pêngavê ji ber ku hêzên rizgarkirî ji bo jiyan û mal û milkên sivîlan bi baldarî tevdiger”.