حركة المجتمع الديمقراطي

YPG`ê nasnameya 8 cangoriyên azadiyê eşkere kir

722
 Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 8 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê, eşkere kir.

YPG`ê têkildarî şehadeta 8 şervanên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji malbatên şehîdan re, xwest.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermi ya YPG`ê hatiye weşand wiha ye:

“Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku bi pêşengtiya QSD’ê destpêkiribû bênavber didome. Şervanan bi rojan e pêşve diçin û serkeftinên mezin bidest dixin. Pêngava ku sê mehê xwe temam kir û ber bi dawîbûnê ve diçe roj bi roj serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Ev serkeftinên ku hatin bidesxistin bi xwîna şehîdan ên ku heya dawî li hember zilm û zordariyê şer kirin. Ji bo bi dawîkirina zilmê û tarîtiyê ku li ser gelê Reqayê hatiye ferzkirin tekoşîna şervanan di asta herî bilind de ye û heya xwîna xwe ya dawî wê tekoşîna wan berdewam bike.

Di vê çarçoveyê de 8 rêhevalên me ku bi heman armancî li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û rizgarkirina sivîlan de rolên girîng leyîstin, gihîştin şehadetê. Ji wan du rêhevalên me ku meha Tîrmehê de di operasyona ku li ser çeteyan hatibû lidarxistin û şehîd bûn, bi derengmayîna îlankirina şehadeta wan destpêkê ji malbatên wan û gelê me yê welatparêz re lêborînê dixwazin.

Em weke YPG û YPJ`ê hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin. Em ê heya dawî li ser şopa şehîdan tekoşîna xwe berdewam bikin û serkeftinê bidest bixin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Begdaş Qamişlo

Nasnav: Begdaş Qamişlo

Nav û Paşnav: Basil El Selim

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 28 Tîrmeh 2017

Ciwan Tirbespiyê

Nasnav: Ciwan Tirbespiyê

Nav û Paşnav: Elî Ebêd

Navê Dayikê: Fereh

Navê Bav: Hemada

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 6 Îlon 2017

Delîl Serêkaniyê

Nasnav: Delîl Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ebdilkerîm Elewî

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Îlon 2017

Hozan Hesekê

 

Nasnav: Hozan Hesekê

Nav û Paşnav: Hisên El Cewher

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 7 Îlon 2017

Mazlum Şedadê

Nasnav: Mazlum Şedadê

Nav û Paşnav: Hisên Sewadî

Navê Dayikê: Tifla

Navê Bav: Îd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Îlon 2017

Şiyar Hesekê

Nasnav: Şiyar Hesekê

Nav û Paşnav: Tewfîq Bekir

Navê Dayikê: Suriya

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 5 Îlon 2017

Şoreş Gabar

Nasnav: Şoreş Gabar

Nav û Paşnav: Read El Saleh

Navê Dayikê: Ayşa

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 28 Tîrmeh 2017

Zana Hesekê

Nasnav: Zana Hesekê

Nav û Paşnav: Ehmed Hisên

Navê Dayikê: Rebîa

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Îlon 2017