حركة المجتمع الديمقراطي

‘2 berpirsê herêmê yên MÎT’ê jî di nav de 20 peywirdarê dewletê di destê me de ne’

671
 Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Karasû: ‘’ 2 berpirsê herêmê yên MÎT’ê jî di nav de 20 peywirdarê dewletê di destê me de ne. 2 endamên MÎT’ê yên ku vê dawiyê hatine girtin jî payebilind in. Dewlet bêdeng e!’’

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Mûstafa Karasû tevlî bernameya Dilistan a radyoya Dengê Kurdistanê bû û bersiv da pirsên nûçegihan Ciwan Tûnc. Karasû rojevên şerê cîhanê yê 3’yan ê li Rojhilata Navîn, girtina 2 endamên MÎT’ê yên payebilind ên ji hêla yekîneyeke taybet a PKK’ê ve û ferzkirina cilên yek reng ên li ser zindanan axivî.

Di nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Mûstafa Karasû de beşên ku derketin pêş:

Şerê li navenda Rojhilata Navîn  Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Ev şer ji şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn ji hin hêlan ve cuda ye. Êdî karekterê şerê cîhanê ne mîna yê berê ye. Ji ber ku karekterê kapîtalîzmê guherî. Navên weke kapîtalîzma global, civaka mezaxtinê, gerîna serbest û ewle a sermiyanê têne gotin. Li dor gera serbest û ewle ya sermiyanê peymanên bazirganiyê têne danîn. Hişmendiyeke wiha ya kapîtalîst heye ku hêsan dike meta û sermiyan bi rehetî biçe her deverê. Vê rewşê karekterê şer guherandiye. Êdî şerekî wiha yê weke  şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn ku bi rengekî req li eniyan dabeş dibin, enî li hemû devera dinyayê berbelav dibe wê neyê dîtin.

Nakokiya kapîtalîzmê jî wê bi dawî nebe. Li hemû devera ku kapîtalîzm, dewlet, desthilatdarî lê heye her dem wê şer hebin û pevçûnên desthilatdariyê jî wê hebin. Li ser vê zemînê wê şer domdar be. Ev carinan weke şerê ku li Rojhilata Navîn ku em bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin wê giran bibe û bibe kaos. Niha li Rojhilata Navîn ev kaos giran dibe û şer wiha didome. DYA, Rûsya û Ewropa jî di nav vî şerî de ne. Bi ser de Çîn û Japon jî rasterast an jî ne rasterast di nav vî şerî de ne.

Hin hêlên cihê hene ku vê rewşa şer ji ya şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn vediqetîne. Şerekî wiha heye ku ne şerê eniya req e lê şerekî wiha ye ku hevsengên hêzê weke pîramîtekê di nav hîyerarşîyekê de ne ku di encama şer de li ser hîyeraşîyeke wiha wê hevsengên nû werin danîn. Cihêtiya sereke jî wiha ye; Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhialta Navîn didome. Ev şer pir bi krîz e, bi kaos û şerekî tevlîhev e. Sedema vê ya sereke ew e ku pergala dewletî û desthilatdarîxwaz a li Rojhilata Navîn xitimî ye.

Em ber bi dawiya têkçûna pergala dewletî û desthilatdarîxwaze ve diçin. Ji vê hêlê ve yek ji sedema sereke ya krîza berdest ew e ku kapasîteya pergala dewletî û desthilatdarîxwaz nîn e ku ji arîşeyên siyasî û aborî yê civakê re bibe bersiv. Dema ku dewlet derdiketin holê rista avakirina pergala civakî û parastinê didanê. Lê bi esasî rastiya dewletê ne li ser vê zemînê hatiye ser qada dîrokê. Bi esasî bi rengê hêza metinger û zextker hatiye ser qada dîrokê. Lê ji bo ku xwe rewa bike pergala civakî û ewlehî ji xwe re kiriye amûr. Bi vî rengî weke amûreke ku pêdiviyên civakî îstîsmar dike xwe pêk aniye. Diyardeyeke wiha ye ku bi gotina pêdiviyên civakî pêk tîne li ser civakan serweriya xwe datîne.

Êdî şaristaniya dewletî hatiye ber hilweşandinê. Diyar bûye ku dewlet û desthilatdarî arîşeyan çareser nake. Pergala şaristanî li ser civakan bûye bar. Civak êdî naxwazin van dewletan û desthilatdariyan li ser pişta xwe bikin. Ji vê hêlê ve dewlet li gel ku her demê beleheq bû, niha jî ev beleheqbûna wê bêhtir diyar bûye; ev rastî bi rengekî zelal û beloq derketiye holê. Bi qutebirî dewlet qofbûna li ser pişta mirovahiyê ye.

Di şerê berê de hêzên şerker li gorî hêzên leşkerî û siyasî hevsengên nû datanîn, statûkoyên nû çêdikirin. Niha jî dewlet, desthilatdar, çînên mêtinger weke berê bi dilê xwe nikarin hevsengan deynin. Êdî bêyî ku bi civakan re li hev bikin, bêyî ku guh bidin daxwazên wan û projeyên çareseriyê li ber wan deynin û bikin ku ew çalak bibin ne pêkan e ku bikaribin ji nav şer derkevin. Ji bo vê jî hêzên demokrasiyê di qedandina vî  şerî de wê rista xwe pêk bînin. Di encama vî şerî de divê guh bidin vîna gelan jî. Ji bo vê jî Rêber Apo di serdemeke wiha de ku dewlet û desthilatdarî têk diçin nêzîkatiyeke paradîgmatîk û îdeolojîk daniye holê ku ji bo hemû arîşeyan di xwe de çareseriyê vedihewîne.

Tirkiye ev 150 sal in ji nakokiyên dewletên kapîtalîst kelk wergirt û xwe li ser piyan hişt. Di sedsala 20’ê de, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jî, dema ku di navbera DYA û Rûsyayê de rikberiyeke şerê sar hebû jî dewleta Tirk ji van nakokiya kelk wergirtiye û qirkirina Kurdan sazkar kiriye. Di rewşa berdest de serdema şerê sar nîn e. Nakokî û karekterê kapîtalîzmê guherî. Divê ji vê neyê fêhmkirin ku nakokî û şer qediyaye. Nakokî û şer wê bidome lê wê ne weke serdema şerê sar be. Vê rewşê destê Tirkiyê qels kir. Niha ji bo ku karekterê siyasetê guherî ye êdî weke berê rewşeke rikeberiyê ku ji hemû kirinên dewleta Tirk re erê were gotin li holê nîn e. Ji bo vê jî niha bi DYA, Ewopa û bi taybetî jî bi Elmanya re hatiye pêşberî hev.

TC’ê dema ku desteka ji derve jê re dihat kêm bû di ser DAIŞ’ê re ji bo ku li Rojhilata Navîn karîger bibe xwest ku gelên Ereb bide cem xwe û Tevgera Azadiya Kurd tasfîye bike. Bi têkiliya bi DAIŞ’ê re hem wê  li Sûriyê destê xwe xurt bikira û bi hilweşandina rejîmê re wê desthilatdariyeke nêzî xwe ava bikira û hem jî wê Şoreşa Rojava bida rawestandin. Sedema ku ev çend bi DAIŞ’ê re kete nav hev bi daxwaza fetisandina Tevgera Azadiya Kurd bû. Ne tenê ji bo Şoreşa Rojava ji bo ku li çar parçeyên Kurdistanê hişyarbûna Kurd bide sekinandin bi DAIŞ’ê re hevkarî kir.

Hesabê wan li hev derneketin Ne rejîm hilweşiya û ne jî DAIŞ’ê li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi ser ket. Vê rewşê lîstikên AKP’ê li bin guhê hev xistin. Li ser vê, piştî ku polîtîkaya DAIŞ’ê pûç derket Erdogan dîsa hewl da ku bi Îran, Iraqê re têkiliyan deyne û hewl dide tifaqa li ser dijminatiya li Kurdan nûjen bike.

Hemû polîtîkayên Tirkiyê her demê xwe li ser dijberiya Kurdan ava dikin. Hemû tifaq ji bo tinekirina Kurdan in. Dixwazin Kurdistanê bikin qada berbelavbûna netewa Tirk û qira Kurdan bînin. Hemû plan û projeya wî ev e. Çûna wî ya NATO’yê, têkiliyên bi YE’yê re, hemû tifaq bi vê mebestê ne. Heta duh di rikberiya Şîî-Sinnî de bi rista pêşeng a Sinniyan radibû. Her kes li dijî Îranê sor dikir. Îran jî bi van dizane. Dizane ku heta demeke nêz TC’ê bi Qetarê re hemû rêxistinên Sûriyê xwedî dikir. Îran jî li gorî xwe dixwaze van qelsiyên Tirkiyê bi kar bîne.

Ne diyar e bê ka Îran wê çi qasî were ser polîtîkayên Tirkiyê. Tirkiyê daxuyanî da ku ew ê bi hev re tevbigerin lê Îranê got rewşeke wiha nîn e. Çawa ku di Osmaniyan de lîstik zehf bûn di TC’ê de jî zehf in. Heke Îran were lîstikên wiha herî pir ew ê ziyanê bibîne. Îran heke bikeve şaşîtiyek wiha û weke 2011’an êrîşê bîne ser gerîla wê ji vê ziyanê bibîne. Îran êrîşê bîne Kurd wê li ber xwe bidin. Lê em bawer dikin ku Îran wiha hêsanî nayê lîstika Tirkiyê.

Di çapemeniyê de derket; weke ku hatî diyarkirin endamên MÎT’ê di dest me dene. Lê ne tenê 2 peywirdarên dewletê, 20 peywirdarên dewletê di dest me de dîl in. 2 endamên dawî yên MÎT’ê endamên girîng ên bi asta bilind in. Beriya niha li Cizîrê, li Botanê du berpirsên herêmê ketin destê me. Ji bo vê jî xeber  şandin. Dewlet û Erdoganê li ser kar, hîç behsa van tiştan nakin. Girtina van endamên MÎT’ê bi eslê xwe girtina Tayyîp û dewletê ye. Meseleya wê ku biçe nêçîrê wê bibe nêçîr.

Barzanî hem dibêje ez ê serbixwe bibim, hem dibêje heqê min ê serxwebûnê heye û hem jî xweseriya Êzîdxanê qebûl nake. Ev paradokseke mezin e. Helbet referandûm heq e. Bajarek, taxa, her kes dikare referandûmê bike. Jixwe Kurdan referandûma xwe kirine; biryar li ser jiyana demokratîk û xweser danîne.

Hem tu yê girêdayî polîtîkayên dewleta Tirk bî û hem jî behsa serxwebûnê bikî. Serxwebûn bi civakên rêxistinî, bi vîn, demokratîk û azad dibe. PDK, Barzanî bi her kesî re pev diçe. Bi YNK, Goran û civakê re pev diçe. Hêz tenê destê beşek di nav PDK’ê de ye. Ji ber ku civak ne rêxistinî ye, ji bo vê jî qels û bêhêz e. Wekî dî bi netewdewletê serxwebûn û azadî nayê. Lê PDK ne xwedî hişmendiya netewdewletên sedsala 20’ê ye jî. Serokê Meclîsê nikare biçe Hewlêrê, Parlamento ne sazkar e, ev serxwebûneke çawa ye?

Lê van rojên dawî PDK’ê jî bi bandora heqîqet, rastî, rexne û gumanên li ser wan neçar ma ku bi paş ve gavan bavêje. Ev nayê wê maneyê ku PDK bûye xwedî hişmendiyeke Neteweya Demokratîk. Bajarên weke Mûsil û Kerkûkê yên bi nasnameyên cihê mînak in. Arîşe ji hişmendiya netewdewletê tê. Ji bo çareseriya arîşeyê divê Kurd û hemû gel serê xwe bi demokratîkbûnê biêşînin. Dema ku vê bikin jî hewceyî pê nîn e ku ji hine dî demokrasiyê lava bikin, demokrasî bi têkoşînê dibe, ev ji bo Tirkiyê, Iraqê, Sûriyê jî wiha ye.

Sedema ku ji Rojhilata Navîn û ji gelek welatan Kurd, Ereb, Fars, Tirk, ciwanên enternasyonal ref bi ref têne nava PKK’ê û Şoreşa Rojava ew e ku Rêber Abdullah Ocalan azadîya hemû gelan, jiyana bi bi hev re bi birat ya hemû gelan û demokrasiyê diparêze. Di rewşeke wiha de ku kapîtalîzm hildiweşe û mirov bêhêvî dibin hişmendiya Neteweya Demokratîk, xeta Konfederalîzma Demokratîk li Rojhilata Navîn ya weke çolekê weke wehayekê derdikeve pêş.

Gelên ku li cografyaya Ereb û li Kurdistanê dijîn rexne dikin ku ji Rêber Apo re tê gotin ‘Rêberê Gelê Kurd’, rast dibêjin. Rêber Apo rêberê hemû gelan e ku azadiyê dixwazin.

Berxwedana li dijî kirinên girtîgehan divê tenê bi girtiyên Kurd û malbatên wan re sînordar nemînin. Kesên sosyalîst, şoreşger û rêxistinên Tirkiyeyî jî divê helwesteke hevpar nîşan bidin. Divê li dijî vê ferzkirina cilên yek reng werin cem hev, divê li derve jî malbatên Kurd tenê neyên hiştin, divê bi malbatên şoreşgerên Tirkiyeyî re komîteyên hevpar werin avakirin û hêzê bidin.

Dewleta Tirk dewleta şerê taybet e. Ji ber ku kuştin pir balê dikîne dixwaze li zemên belav bike û bikuje. Li dinyayê rekora girtinê bi Tirkiyê re ye. Ne li Çînê ne lî li devereke dî ya dinyayê li gorî rêjeya nifûsê ev qas siyasetmedar, nûçegihan, nivîskar nehatine girtin. Ev jî qelsiya wan nîşan dide, ne hêza wan. Heke li Tirkiyê hêzên demokrasiyê bi hevparî tevbigerin, hinekî karîger têbikoşin desthilatdariya AKP’ê ne dawiya salê, dawiya mehê jî nabîne.

Hema hema li Kurdistanê her Kurd dikeve girtîgehê. Hevrêyên me hene ku 10, 15, 20, 25 salan li zindanan in. Bi taybetî em hezkirin û hurmeta xwe ji hevalên xwe re dişînin ku ev 20-25 sal in li zindanan in. Bila ew heval rehet bin, bi teqezî berdêla ku wan dayî, keda hevalên ku jiyana xwe li zindana derbas kirin wê beleheq neçe. Têkoşîna me li ser zemîna dilsoziya bi wan re, bi xwedîderketina nirxên ku wan afirandiye re bi rê ve diçe. Ew hevalên me dibe ku di nav çar dîwaran de bin, dibe ku di hicreyan de bin; dibe ku têkiliya wan bi dinyayê, b ime re, bi rêxistinê re qels be lê ev ji bo watedarkirina jiyana wan nabe kêmasiyek. Wan jiyan bi rastî jî watedar kirne. Wê weke hevrêyên ku di dîroka Kurd û Kurdistanê de jiyan herî baş watedar kirine derbasî dîrokê bibin.