حركة المجتمع الديمقراطي

Rêveberê Buroya Perwedeyê ji ber mayîna çeteyan jiyana  xwe ji dest da

687

EMAR-ALHUSIN-225x300 (1)

Rêveberê Buroya Perwerdeyê Emar Hisên EL-Hisên dema ku ereka xwe pêk tanî û li ser dibistanên ku ji bo sala nû ya xwendinê hatine amadekirin digeriya, mayîneke çeteyên DAIŞ`ê li dibistana Kebeş a girêdayî navçeya Eyn Îsa ya Kantoan Girê Spî ya Herêma Feratê, teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Emar EL-Hisên li cihê lê jidayîk bû li goristana Kebiş, hate defin kirin.

EL-Hisên rola wî ya mezin di beşê perwerdeyê ya li navçeya Eyn Îsa û gundên wê de hebû.

Emar Hisên EL-Hisên di sala 1985`an de jidayîk bû, 3 astên xwendinê li bajarê Reqayê, xwend, paşê ji bo temamkirina xwendina xwe derbasî bajarê Helebê bû, Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovahî xwendiye. Paşê ji bo xwendina xwe dewam bike diçe Misrê û li zanîngeha Îskenderiye dîrokê dixwîne. Di sala 2015`an de Îcaze macestêr beşê Dîrok bidest xist. Emar zewiciyê û zarokekî wî heye.