Pêngava Rizgarkirina Reqayê di meha çaremîn de bi hemû leza xwe dewam dike. Li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê, herwiha li taxa Mensur û El-Sekne yên navendên bajarê Reqayê, şerên giran rû didin.
Şervanên QSD`ê di her sê taxên navborî de bi pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin. Di şerê ku li her sê taxan hîna dewam dike, 30 çeteyên DAIŞ`ê 11 ji wan di erebeyeke leşkerî li taxa Mensur de, hatin kuştin.
Her wiha li taxa Mensur depoyekî cebilxane û panzêreke çeteyan, kete destê şervanên QSD`ê.