EFRÎN – Li Akademiya Şehîd Cîlo ya Kantona Efrînê, dewreya çaremîn a Polîsên Tirafîkê bi merasîmekê, bi dawî bû.
Dewreya Şehîd Şewqî ku 45 rojan dewam kir, 51 endaman waneyên birdozî û çawaniya rêxistikirina çûn û hatinê, dîtin.
Di merasîma dawîbûna perwerdeyê de, Serokê Desteya Hundirîn Hesen Bîrem û Cîgira wî Salihe Sîdo, Hêzên Asayîşê, Polîsên Tirafîkê û xwediyên kesên ku tevlî perwerdeyê bibûn, amade bûn.
Merasîm bi bîranîna hemû cangoriynê azadiyê hate destpêkirin. Paşê, Salihe Sîdo axivî û dawîbûna perwerdeyê li gelê Efrîn û endamên ku perwerdeya xwe bi dawî kirine, pîroz kir.
Piştî axaftinê, Hesen Bîrem, Cîgira wî û malbata şehîd Şewqî, bawernameyên dawîbûna perwerdeyê li endaman, belav kirin.
Merasîm bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelî Kurd Abdullah Ocalan û YPG/J`ê bi dawî bû.