حركة المجتمع الديمقراطي

Têkoşer Serxebûn Qamişlo hat oxirkirin

761

QAMIŞLO – Gelê Kantona Qamişlo, şervanê YPG`ê Serxebûn Qamişlo ku li Reqayê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir kirin.QAM- MRASEM- SAHEDAN ‫(166396417)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên Kantona  Qamişlo cenazeyê têkoşer Wesam El-Xanim (Serxebûn Qamişlo) ji Mala Gel a taxa El-Enteriyê wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê, bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin.

Piştî toranê, bavê  şehîd Serxebûn Qamişlo, Elî Ebd El-Xanim axivî û got:”Min kurê xwe fedayî vî welatî ku cûdahî naxê di navbera gelê Kurd, Ereb û Suryan, kir. Em hemû amade ne ku di rêya şehîdan de bimeşin û xwîna xwe ji bo vî welatî bidin.”

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêvî El-Seyd jî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbata têkoşer re xwest.QAM- MRASEM- SAHEDAN ‫(166396419)‬ ‫‬

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Parastinê, Ayid Îbrahîm jî axivî û destnîşan kir ku wan bi rêya şehîdan pêvajoyên hesas  derbas kirine û gelê herêmê bû yek.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbatê, hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, têkoşer Serxebûn Qamişlo li rex hevreyên xwe hate veşartin.