حركة المجتمع الديمقراطي

Jiyana koçberan di metirsînê de ye

733

TEBQA – Xemsariya rêxistinên nevdewletî malbatên koçber ên li  Tebqayê, neçar dike ku di cihên hatine rûxandin ên metirsîdar de, bi cih bibin. Koçberan got ku ew rêxistin”Tenê wek nav in û tu alîkarî ji bo me pêşkêş nekirine.”TEBQA-REXSTNIN-MIROVE-BE-ERKA-XWE-RANABIN ‫(161219078)‬ ‫‬

Zêdeyî 100 malbatên Koçber di disbistana El-Sewre ya taxa El-Mehaci ya bajarê Tebqayê de bi cih dibin. Dibistan di dema Tebqa ji aliyê komên bi navê “Artêşa Azad” ve hatibû dagirkirin, wek cihekî leşkerî hatibû bikaranîn û di salan 2013`an de ji aliyê rejîma Sûiyê ve hatibû topbarankirin.

Malbatên ku di wê dibistanê de bicih dibin, dîwarên dibistanê  hatine xerabkirin û dibe di her demekê de bi ser serê wan de bê hilweşîndin. Bi gotineke din koçber bi mirinê re rû bi rû ne.

Koçberê ji bajarê Reqayê  ê bi vanê Mihemed El-Bedran û bavê 5 zarokan e, tevî malbata xwe di wê dibistanê de, bi cih dibin. Mihemed derbarê rewşê de wiha got: “Ji ber ku alternatîfet tune ye,  em di nava şert û mercên dijwar û bêdengiya rêxistinên navdewletî de di vê dibistanê de , dimînin. Ew rêxistin tenê wek navin û tu alîkariyê ji me re pêşkêş nakin.”

400 hezar koçber ji ber rejîm, DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker reviyane  û xwe spartin Tebqa û gundewarên wê yên azad ên di bin parastina QSD`ê de.

Koçbera bi navê Zehre El-Hesen, dayika 4 zarokan e û hevjînê wê, jiyana xwe ji dest daye ev tişt anî ziman: “Bê ku em ti tiştî bi xwe re bihînin, em ji Reqayê derketin. Çeteyên DAIŞ`ê nehîştin em tiştekî ji malê derbixin, niha jî tu alîkarî ji aliyê rêxistinan ve ji bo me nehatiye pêşkêş kirin. tiştek li ba me tune ye, heta xwarin ji bo zarokan jî li ba min, tune ye.”