حركة المجتمع الديمقراطي

Nexweşxaneya Leşkerî û meclîsan Siûdê yek salî gihandin malbata wî

768

TEBQA- Mayîn di zarokê yek salî û bavê wî de teqiya. Bav jiyana xwe ji dest da û zarok bi giranî birîndar bûn, rêveberiya neweşxaneya leşkerî ya Tebqa dermankirina wî girt ser xwe û bi alîkariya meclîsan ew radestî malbata wî kir.REQQA-TEBQA-CIROKA-ZAROKEKI ‫(1)‬ ‫‬

Rêveberiya Nexweşxaneya Leşkerî ya Tebqa emeliyat ji zarokê bi navê Siûd Medah El-Seûd (Salek û sê meh) ê di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞʹê ya li ser riya di navbera Mensûr û gundê Hindiye Şerqî ya Tebqayê bi giranî birîndar bûn, çêkir. Di heman teqînê de bavê Sûd jiyana xwe ji dest da.

Hemîre Elî Seyîd El-Xelef ê di dema dermankirinê ku 6 rojan bi Siûd re bû got ku dema Siûd ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Tebqa birin nexweşxaneya Kobanê wan hemû tiştên pêwîst jê re pêk anîn û nefesa sînayî jê re hate îêkirin û wiha dom kir: ʺDema em gihiştin nexweşxaneya Kobanê demil dest ew xistin odeya emeliyata, emelî sê saetan dirêj kir û serkeftî pêk hat.ʺ

Destê Sûd ê rastî jê şikiye, her wiha parçe di serî û hêta wî ya rastê de hebû. Îro Siûd ji nexweşxaneyê hate derxistin û rewşa wî aram bûye.REQQA-TEBQA-CIROKA-ZAROKEKI ‫(199885313)‬ ‫‬

Ji ber bavê Siûd di teqînê de jiyana xwe ji dest da nasnameya Siûd di rojên destpêkê de ne hate zanîn. Lê rêveberiya nexweşxaneya leşkerî û bi alîkariya meclîsan nasnameya Sûd naskirin û hate zanîn ku ew kurê kesê bi navê Navê bavê Siûd jî Medah El-Siûde. Rêveberiya Nexweşxaneyê Siûd bi alîkariya meclîsan radestî malbata wî kirin.

https://youtu.be/MfwWx2IhLlM

(jo/dc)

ANHA