حركة المجتمع الديمقراطي

Gel salvegera rizgarkirina Minbic pîroz kirin

860

MINBIC- Şêniyên xeta Firatê ya Minbicê li gundê El-Eseliyê yekemîn salvegera rizgarkirina Minbic pîroz kirin.MINBIC-BI SEDEAN SALAGERA RIZGARKIRINA MINBE PIROZ PO (6)

Xeta Firat a bajarê Minbicê salvegera rizgarkirina Minbicê bi deng û rengê xwe pîroz kirin. Ne tenê şênî,  her wiha şervan û fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ev kêfxweşî bi şêniyên herêmê re parve kirin.

Di şahiyê de şandeyek ji Çand û Huner a herêma Cizîrê û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma jî amade bûn.

Cangoriyên hemleya rizgarkirina Minbic û giştî şehîdên Bakurê Sûriyê bi deqeyekê rêzgirtine hatin bibîranîn.

Gotina pîrozbahiyê ji aliyê Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ve hat kirin. Cîgirên Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Emel Dada û Qasim Remo di berdewamiya merasîmê de axivîn û gotin:ʺ Şervanên QSD`ê soz dabûn gelê Minbicê ku herêma wan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û soza xwe pêkanînʺ.MINBIC-BI SEDEAN SALAGERA RIZGARKIRINA MINBE PIROZ PO (8)

Di dawiya merasîmê de şênî û şervanan bi coşeke mezin govend gerandin.

Şahiyên pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbic dê heyanî roja 15`ê Tebaxê berdewam bikin.

(np)

 ANHA