حركة المجتمع الديمقراطي

Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.

335

DAXUYANÎ

JI  bo hemî azadîxwaz û Jina tekoşer di cîhanê de

DI dema ku Em şahiyê bi  roja cîhanî ya jinê dikin , ku hemwext di 8 adara her salê de ye, û hemî xebatên ji bo bidestxistina jin jimafê xwe re  pîroz dikin , çi ji aliyê rêxistin, komele û saziyên naavnetewî bin an jî ji aliyê hêzên siyasî, rêxistin û tevgerên cuda cuda bin ku daxwaza wekhevîya  di her warîde di navbera herdû zayindan de dikin . Em di xwazin balê bikşînin li ser ku pirsa mafên jin ne di çarçova bi destxistina hin mafên dayî ji aliyê zilame an jî di zagonan deye , yan jî  di bi karkirina jinê de ye ,ku  di vê çarçoveyê de hewil didin ku xapandinan bikin, û mijara çewisandina jin û bêparhiştina wê ji mafên xwe yên xwezayî û rewa bi hin zagon û mafan sînordar bikin . çimkî mafê jin di nava van şêwe û zagonan de sînordar nabe,

Lê belê di cîhgirtina layiq ya jin di nava civakê de ye ,ku jin ( dayik, rêvebir,bijîjk,xwedawend, pêkanîna çandiniyê û bingeha avakirina şaristaniyê) bû ,û ne pêkane ku hebûn , rol û bandora wê dinava hin qaşil û zagonên ssîstema zikûrî ya desthilatdar di cîhanê de biçûk bixînin ,lewra tevî ku di 8 Adara 1908 de 15 hezar jin li bajarê Niyoyorka Emerîka derketibûn xwepêşandanan ku dema kar kurt bikin, mûçeyekî baş bigrin û mafê xwe yê dengdanê bikar bînin , ew gav  pêşketineke di têgihiştina jinde û serwextbûna wê ji êşû zehemetiyên wê re bû, her wiha li pey wê xwepêşandanê bi salekê jî partiya sosyalist ya Emerîkî 8 adarê rojeke netewî ji bo jinê ragihandiye û di 1910 de çalakvana jin ya çepger Kilara zîtkin di kongreya navnetwî ya jinên karker de li Kobinhaginê daxwz kiribû  ku 8 adarê bibe rojeke cîhanî, ku yekem car  di 1911 de weke şahî li Nimsa, Denemark, Almanya,û  Siwêsra pêk hatiye,

Tevî ku piraniya dewlet, tevgerên siyasî û rêxistinên navnetewîli di cîhanê de  ev roj pejirandine jî  lê belê pirê wan jî  bêmafiyeke mezin di dierheqê jinê de dikin, hîna jî jin rastî  çewisandin û inkarê tê, û hemî cûreyê tundiyê li ser wê pêk tê.lewra em dikarin helwesta xwe li himber van dewlet, rêxistin,û saziyan de li ser rastiya helwest û kiryarên wan li himber jin destnîşan bikin, û pir mînakên wiha di rojhilata navîn de jî hene  mîna Dewleta faşist ya Tirkîyê ku xwe ji peymana Istenbolê ya navnetewî ya rakirina tundiya li ser jin xwe kişandiye û di eynî demê de li kêleka hemî dijminên jinê sekiniye, bi taybet rêxistinên teror mîna  Dayîşê û ciwiyên wê ji rêxistinên ixwan elmuslimîn ku   xwedîkirina wan girtiye li ser xwe û ew li himber şoreşa jin di bakur û rojhilatî sûriyê de (Rojava) pikar anîne ku vê şoreşê  hemî jinên azad ji hemî pêkhateyan himbêz kiriya, şehîdên jin mîna ( sakîne, leyla , hevrîn, çîçek,yisra, lîman ,barîn, azadî, sorxwîn ) û şehîdên bê jimar mînak û şahidên hovitiya dewleta Tirkîyê li dijî jina azade û nîşanin ji tirsa faşista tirkiyê ji şoreşa jinêye.

Em weke buroya jin dinava tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM de û di dema ku em hemî jinên cîhanê û bi taybet jinên kurdistan û bakur rojhilatê sûriyê ( rojava ) bi vê rojê piroz dikin di eynî demê de me şehîdên jin yên azadî,aşitî û azadiyê bi bîr tînin, jinên YPJ yên ku sêng li sêng li himber hovtirîn rêxistina teror di cîhanê de (Dayîşê) de rawestiyane  û serdema xwedawendên jin  û geşbûna tîrêjên azadiyê ji nûve vejîn kirine û em soz didin ji wan re ku emê rê ya wan bişopînin ta pêkanîna civakeke demoqratîk û azad li jêr durişma Jin Jiyan Azadî de , vê durişma ku bingehê sîstema zikûrî bi hêza xwe hejand ,her wiha em soz didin ku emê berdewambin di tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî  ji serok Ocelan re, Yê ku rê ya azadiyê li ber jin vekiriye ku xwe bi xwe bighêjin  bidestxistina mafên xwe  û xweparastin û bi xwe tekoşîna xwe bi rêve bibe, çimkî  maf tên stendin ew nayên dayîn.

  • Bijî 8 adarê roja jin ya cîhanî
  • Serfirazî ji tekoşîna jina azad re ( jin jiyan azadî)
  • Azadî ji ramankar û rêberê azadiya jin, serok ocelan re