حركة المجتمع الديمقراطي

Cih, dîrok û sedema bûyera 8’ê Adarê

252

Ofîsa Jinê ya Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi armanca danasîna vê rojê, cih, dîrok û sedema bûyera 8’ê Adarê li gelek navçeyan simîner hatin dayîn.
Li bajarê Qamişlo sê simîner ji karkerên kargeha dirûtinê, kargeha çîpsan û klînîkên gel re hatin dayîn.

Li navçeya Reqayê jî du simîner ji jinên gund re hatin dayîn
Meclîsa Jinan û Meclisa Giştî li herêma Hazima bi kordîneya Yekîtiya Zehmetkêşan a Reqayê hatin ziyaretkirin.

Li navçeya Şehbayê ji bo danasîna 8’ê Adarê, berxwedana jinan a di dîrokê de û bêhiqûqiyê û daxwaza mafên xwe, ji bo jin û mêran simînereke giştî hat dayîn.

Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo danasîna 8’ê Adarê ji hemû yekîtî û odeyên di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk û jinên kedkar ên li kargehên di herem û navçeyan de, wê dayîna simîneran berdewam bike.