حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM li gorî biryarên kongreyê xwe bi rêxistin dike

8,264

TEV-DEM’ê li bajarê Helebê li gorî biryarên kongreya 3`yemîn dest bi birêxistinkirina endam û komîteyên xwe kir. Di civîna destpêkê de hevserokên meclisa Helebê ya tevgerê hatin hilbijartin.

Bi armanca ji nû ve li gorî biryarên Kongreya 3`yemîn a TEV-DEM`ê ku li bajarokê Rimêlanê li dar ket, xwe birêxistin bikin, civîneke berfireh li bajarê Helebê li Hola Efrînê ya herêma El-Şiqeyêf hate lidarxistin.

Civînê 2 rojan dewam kir, 350 delege ji saziyên sivîl, partiyên siyasî, komîn, meclis, Kongreya Star, HPC, Hêzên Asayîşê û endamên tevgerê li bajarê Helebê tê de amade bûn.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif di civînê de axivî. Hediye di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Rojava bi bîr anîn û silav li berxwedana parlamenter Leyla Guven û hevalên wê kirin.

Hediya Yûsif diyar kir ku şerê li taxa Şêxmeqsûdê pêk hat, mîna şerê gel ê şoreşger tê binavkirin û wiha got: “Şêniyên vê taxê yên ku li beramberî dagirkerên ku dixwest tevliheviyê li taxê belav bikin, berxwedana xwe nîşan da, va ye niha jî xwe bi xwe, xwe bi rêxistin dikin.”

Paşê endamê TEV-DEM`ê Alan Xelîl rapora rêxistinî ya kar û xebatên salekê yên taxa Şêxmeqsûdê bi zimanê kurdî û hevseroka Şaredariya Gel a Helebê Valentîna Ebdo jî bi zimanê erebî xwend.

Pergala hundirîn a meclisê

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulîstan Elîko jî pergala hundirîn a meclisê xwend, tê de gelek bend diyar bûn.

-Berê rêxistina taxan li gorî 3 xetên rêxistinî hatibû sazkirin, niha jî her xeteke rêxistinî yên berê, dê bibe taxek û meclisa wê dê ava bibe.

– Rêxistina her taxekê dê bibe bingeha komînan, her komînekê dê hevserokên xwe hebin, ji çend komînan re dê mala komînan hebe.

– Meclisên taxan li gorî bingehên mala komînan û komîteyan xwe bi rêxistin dikin.

– Herêm ji 3 taxan pêk tê.

-Meclisên giştî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bên avakirin.

-Meclisa giştî ji hevserokên hemû taxan û komîteyên navendî bê avakirin.

-Di civîna meclisa giştî de hevserok têne hilbijartin û hevserok alîkariyên xwe diyar dikin.

– Ji bilî meclisa giştî, koordînasyonek heye ji hevserokên meclisa giştî û TEV-DEM`ê, Kongreya Star, nûnerên partiyan û rêxistinên heyî bi rêya lidarxistina civînên 25 rojan carekê, pêk tê.

Biryarên civînê

Di civînê de biryarên hatine dayîn, wiha ne: “Hejmara kesên sivîl (166) ên ku jiyana xwe ji dest daye, wek şehîdên sivîl bêne binavkirin, aktîfkirina Buroya Veşartina Miriyan, pêşniyarên din wekî bernameyên karên meclisê bê girtin, şandeyek ji şêniyên Şêxmeqûdê bê avakirin da ku serdana şêniyên Şehbayê bike, avakirina sendîkayekê li komînan ji bo gazinên şêniyan, vekirina dibistanekê ji zarokên astengdar re, aktîfkirina perwerdeyên pîşeyî ji komîn û saziyan re.”

Di dawiya civînê de hevserokên meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo û Valentîna Ebdo hatin hilbijartin û sûnda pêkanîna karên rêxistinî bi edalet û wekheviyê li ber beşdaran xwendin, paşê dê endamên meclisan bêne diyarkirin.