حركة المجتمع الديمقراطي

Ji TEV-DEM‘ê peyama cejna Çarşema Sor

7,023

TEV-DEM’ê cejna Çarşema Sor anku sersala êzidiyan li tevahiya gelê êzidî û tevahiya gelên herêmê pîroz kir. TEV-DEM`ê banga hevgirtinê li ser rêgezên jiyana hevpar, biratiya gelan û yekbûna çaranûsê li tevahiya hêzên aştiyê yên cîhanî û tevahiya gelên Rojhilata Navîn kir.

TEV-DEM’ê bi peyamekê cejna Çarşema Sor anku sersala êzidiyan li tevahiya gelê êzidî û tevahiya gelên herêmê pîroz kir. Peyama TEV-DEM`ê ya pîrozbahiyê wiha ye:

“Bi boneya Çarşema Sor sersala êzidiyan em gelê Kurd bi giştî û bi taybet gelê êzidî, di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ocalan bi rêya felsefeya xwe ya modern ji nû ve bi awayekî rast û cewherî ola êzdayetî pênase kir û cihê wê yê xwezayî di nav civaka Kurdistanê de dayê. Her wiha em tevahiya têkoşer, şoreşger û şervanên eniyên şer YPG, YPJ, YBŞ, YJŞ û QSD`ê pîroz dikin. Ew hêz ji hêzên destpêkê ne ku gelê êzidî ji êrîşên DAIŞ`ê parastin.

Di demekê de ku em cejna Çarşema Sor pîroz dikin, hêzên me yên qehreman YPG, YPJ, QSD û YBŞ û YJŞ‘ê terora ku hewl dida nirxên ruhî yên ola êzdayetî li Şengalê tune bikin, têk birin û bi hezaran kîlometre ji wan rizgar kirin.

Ev serkeftin bersiva komkujiyên ku komên terorîst ên tundraw li ser jin, zarok û şêxên êzidî dan meşandin. Ji ber vê yekê baweriya me mezin e ku gelê Kurdistanê û gelên herêmê dê hêvî û xewnên xwe yên jiyaneke birûmet, îradeyeke azad bi rihê Tawûsê Melek pêk bînin. Bi vê wesîleyê xweşiya cejna Çarşema Sor bi azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina Efrîn û tevahî xaka Sûriyê ji hêzên terorîst û alîkarên wê dewleta faşîst a Tirkiyê temam bibe.

Bi vê wesîleyê em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) gelên herêmê bi hemû ol, bawerî û çandan, di serî de Kurdên êzidî, ev cejna dîrokî ya resen li wan pîroz dikin û bang li hemû hêzên aştîxwaz ên cîhanê û hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku hevgirtina li gorî rastî û rêgezên jiyana hevbeş, biratiya gelan û çarenûsa yek ava bikin.

Em cejnên xwe yên olî, neteweyî û niştîmanî li gorî felsefeya neteweya demokratîk bidin jiyandin.”