حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM’ê ji bo Rojhilat banga alîkariyê kir

6,221

Hevserokatiya TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û sersaxî ji malbatên windahiyan re xwest. TEV-DEM ji gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê banga alîkariyê kir.

Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê her kes ji bo mexdûrên karesatê çi ji destê wan bê bike û banga alîkariyê hate kirin. TEV-DEM’ê diyar kir ku divê gelê Kurd ji bo alîkariya gelên Kurdistana Rojhilat û Îranê xwe bi rêxistin bike.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:  

“Li Rojhilatê Kurdistanê-Loristanê gelê me û gelên Îranî bi felaketeke lehiyê ya giran re rû bi rû man. Di vê felaketa lehiyê de herî kêm nêzî 80 Kurd û îraniyan jiyana xwe ji dest da. Em di serî de ji bo malbatên ku xizmên wan di vê felaketa lehiyê de jiyana xwe ji dest daye û ji gelên me yên Rojhilat re sersaxiyê dixwazin û em êşa wan parve dikin.

Di vê rewşa awarte de gelên me yên ku di vê felaketa lehiyê de windahiyên giran dane, ferz dikin ku her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, di serî de gelê Kurd û hemû mirovahî bi şêwazeke awarte, bi hestiyariyeke mezin hemû derfetên xwe seferber bikin û ji bo alîkariyê çi ji destê wan tê divê bikin.

Em bangî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û gelên me yên li Rojhilat-Bakurê Sûriyê dikin ku ji bo alîkarî û piştgiriya gelên me yên li Rojhilatê Kurdistanê bi lez xwe bi rêxistin bikin. Li hemberî gelên me yên li Rojhilatê Kurdistanê ku êşên mezin dikêşin, bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane, erk û berpirsyariya xwe ya neteweyî bi cih bînin.”