حركة المجتمع الديمقراطي

Ji bo gelên me û raya giştî

6,939

Em di rojên pir girîng ên dîrokî û krîtîk de derbas dibin. Dewleta dagirker a Tirk li Efrînê li dijî gelê me komkujiyek hovane û êrîşeke paqijkirina etnîkî dimeşîne. Li dijî dagirkirin, paqijkirina etnîkî û komkujiya li Efrînê gelê me bi hêzên parastinê re berxwedaneke destanî pêş dixîne. Pir eşkere ye ku dewleta dagirker a Tirk bi erêkirin û piştgiriya Rûsyayê li ser Efrînê êrîşên dagirkirinê pêk tîne. Bêdengiya hêzên navneteweyî jî tê wateya erêkirin û piştgiriya ku ev dagirkirina zalimane û bêperwa li ser gelê me bimeşe.
Artêşa dagirker a Erdogan, komên faşîst çete DAÎŞ û Nûsra di ev êrîşa dagirkirinê ya 51 rojan de li hemberî berxwedana gelê me û ruhê fedaî yê YPG û YPJ’ê tu caran ewqasî zorî ne kişandiye. Li gel ku rojane bi avêtina bi hezaran obûs, topên hawanê, katyûşa, êrîşên balafir û helîkopteran dîsa jî bi hezaran wendahî dan. Armanca dewleta dagirker a Tirk ewe ku di encama van êrîşên zalimane de gelê Efrînê bide koçberkirin û li Efrînê kurd nemînin. Lê gelê me berxwedan esas girt, ji axa Efrînê derneket û terk nekir. Niha jî bi awayekî bê exlaqî bi hêza xwe ya teknîk û zordestiyê hewl dide ku Efrîn bi temamî ji kurdan paqij bike. Ji ber vê jî şer û berxwedana li Efrînê ne tenê bi aliyê eskerî sînordar e, li ser esasê stratejiyeke berfireh pêş dikeve. Tiştê li holê Efrînê ji kurdan paqij bikin. Erdogan û çeteyên wî bi paqijiya etnîkî û komkujiyê Efrînê ji kurdan paqij bike û dixwaze li şûna wan erebên ku koçî Tirkiyê kirine bi cih bike. Ev yek di heman demê de derveyî îradeya Kurdan, Areban dibe sedema toximên pevçûnên ku bi deh salan berdewam bike bê çandin. Dewleta dagirker a Tirk û dewleta Rûsya beranberî Ğûtayê Efrîn, beranberî Efrînê jî Ğûtayê ku dikin qurbana berjewendiyên xwe yên qirêj sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye. Armanca tekane ya mêtingariya dewleta Tirk ewe ku li her derê tu ferdekî kurd û civata kurd ne xwediyê îradeyek azad ne jî xwedî statuyekê be. Ji bo vê bi hêzên cuda re tu bazarên qirêj ku neke û tiştekî ku pêşkêş neke tune. Lê dewleta Rûsyayê ku kurdan û Efrînê dike qurbana berjewendiyên xwe nayê qebûlkirin û ji niha pêde Rûsya tekez ew ê bi hêsanî nikaribe dostaniya kurdan qezenc bike.
Efrîn li ber xwe dide. Berxwedana Efrînê berxwedana mirovahiyê ye. Li Efrînê keç û xortên kurd ku bi bombardiman û bi êrîşên balafirên artêşa tirk şehîd dikevin ji bo rûmeta mirovahiyê li dijî çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê li ber xwe dane. Mirovahiya cîhanê ji bo rûmeta xwe divê piştgiriya ciwanên kurd û berxwedana Efrînê bikin. Ji ber şer û berxwedana ku kurdan li dijî çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê dane Ewropa û Amerîka deynekî wan ê rûmetê ji bo keç û xortên kurdan heye. Ewropa û Amerîka li dijî paqijiya etnîkî û komkujiya li Efrînê divê xwedî helwest bin.
Artêşa dagirker a Tirk, çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê li Efrînê sivîlan qetil dikin, coğrafya û demografya Efrînê diguherînin, li ser Efrînê rojane bi hezaran ton bombardiman dibarînin. Beranberî vê yekê tevî ku gelê me rojane şehîdan oxir dikin jî bi awayekî dîrokî bi yek ruhî li ber xwe didin. Gelê me yê li Efrînê dizane ku armanca artêşa dagirker a Tirk ewe ku gel koçber bike û Efrînê ji kurdan paqij bike. Ji ber vê yekê dagirkerî ku di kîjan asta hovane de berdewam dike, li dijî wê berxwedan jî ewqasî destanî ye û bi heybet pêş dikeve. Ev berxwedan li ser hilbijêrka hebûn û nebûnê yan jiyaneke azad yan jî jiyaneke bi koletî pêş dikeve. Gelê kurd ewê tu caran axa xwe ya bi sedan salan terk nekin. Em vê berxwedana bi heybet ya gelê me li Efrînê nîşan dide silav dikin û heta ku dagirkerî hebe ewê berxwedan her biçe zêdetir pêş bikeve. Ne ku em gund, bajarok û çiyayên Efrînê bidin dagirkeran bihosteke axa ku em bidin dagirkeriyê jî tune ye. Bajarê Efrînê ewê heta dawî bê parastin û li ber xwe bide. Gelek eger bi rêber, bi rêxistinkirî, bi îrade û xwediyê hêza parastinê be li hemberî berxwedana wî ya bi biryar tu hêz nikare bisekine. Di vê wateyê de bajarê Efrînê ji bo artêşa dagirker a Erdogan, çeteyên talanker DAÎŞ û Nûsrayê ewê bibe goristan. Bi berxwedana ku gelê me nîşan dide jî ew ê cografya Efrînê ji bo hêzên dagirker bibe çiravek. Zû yan dereng, bedelê wê her çi be yê ku bi ser bikeve berxwedan û azadî ye.
Gelê me yê Efrînê ne bi tenê ye. Efrîn tevahî Kurdistane. Gelên me yên li bakurê Sûriyê ereb, kurd, Suryan, Asûr, tirkmen, çerkez, çeçen ku berxwedana bajarê Efrînê weke berxwedana xwe dibinîn û ber bi Efrînê ve diherikin pir watedar û bi nirxe. Ev yek di heman demê de misogeriya demokratîkbûn û jiyaneke azad,e. Gelên me yên bakurê Sûriyê ku berxwedana Efrînê weke berxwedana xwe dibînin, dagirkirin û komkujiya li ser Efrînê weke dagirkirin û komkujiya li ser xwe dibînin hejayî her teqdîrê ye. Em vê meşa mûhteşem ku gelên me ber bi Efrînê ve diherikin silav dikin.
Di van rojên ku em pêşketinên girîng dijîn de îro bajarê Efrînê bi jin, zarok, kal û pîr bi temamî di bin bombardimana dewleta dagirker a Tirkiyê de ye. Ji bo vê gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, gelên me yên li bakurê Sûriyê û gelê me yê li Ewropa dizanin ku di van rojên ku em qedera xwe diyar dikin,de helwesteke dîrokî pêwîst e û li ser vî esasî bangawaziya me ewe ku her kes zûtir bi hemû hêza xwe rabin ser piyan û li Efrînê xwedî derkevin.

11.03.2018
Desteya Rêveber a tevgera civaka demokratîk TEV-DEM