حركة المجتمع الديمقراطي

Civîna salane ya Ofîsa Jin a TEV-DEM a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

305

Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro Çarşemê 21.02.2024`an civîna xwe ya salane bi dirûşmeya “Bi keziyên jinan em ê zincîrên Îmraliyê bişkînin û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin
li bajarê Hesekê li dar xist
Bi amadebûna hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM,
Kordînasyona Kongra Star, Hevserokatiya Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdetirî 60 endamên ofîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û ji aliyê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM
Rûken Ehmed ve rewşa siyasî bi giştî bi taybet rewşa jinan hate nirxandin paşê  xwendina perspektîvên Komeleya Civaka Kurdistanê ji aliyê Nisrîn Reşk ve hatin xwendin
Du axaftin hatin dayîn yek  ji aliyê Hevseroka Konfederasyona Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn Hesen û ya din ji aliyê Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hamo ve hatin kirin.

Piştre jî ji aliyê rêvebera Ofîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Hesen ve rapora salane hate xwendin
Piştre li ser xebatên Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk di sala 2023’an de sînevîzyonek hate pêşkêş kirin
Paşê, li ser xebatên Ofîsa Jinan, kêmasî û astengiyên ku di nava salê de rastî wan hatin, û pêşkêşkirina pêşniyaran ji bo xizmetkirina pêşxistina xebatên Ofîsa Jinan, di navbera amadebûyan de cihê nîqaşê hat vekirin.

Civîn bi danîna bername û plansaziyên çalakiyan bi dawî bû ku herî girîng ev in:
– Xebatên avakirina komên taybet ên jinan ku cilda sêyemîn a bi navê Sosyolojiya Azadiyê bixwînin.
Bi giştî dayîna perwerdeyê li ser ekolojî û karesatên xwezayî û têkoşîna li dijî belaya madeyên hişber û bandora wê li ser civakê.
-Rêxistinkirina jinên kedkar di her cure xebatê de, hişyarkirina wan û parastin û parastina mafên wan.
– Ji bo xurtkirina rêhevalên jin û pêşxistina wan di kar de dayîna dewreyên perwerdeyê yên heftane û mehane yên girtî.