حركة المجتمع الديمقراطي

‘Gelê Şengal dixwazin Kongreya Netewî pêk were’

2,702

ŞENGAL

Şandeya KNK’ê duh di saetên êvarê de serdana Şengalê kirin da ku rewşa ewlekarî û civakî ya li herêmê piştî gefên dewleta Tirk a êrîşa li ser Şengalê bişopîn in.

Şande ji 25 kesayetên ku ji partiya Kumenîst, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Partiya Kedkaran, Eniya Demokratîk a Gelan , Melcîsa Gel a Kampa Şehîd Rustem Cûdî “Mexmûr” û pêşmergeyên kevin pêk hat.

Endamê Meclîsa Gel a Kampa Şehîd Rustem Cûdî Hisên Kara yê di nava şandeyê de bû piştî gera xwe ya di nava Şengalê û gundên wê de bi dawî kirin, ji ajansa (ANHA) re axivî û bal kişand ser girîngiya serdana şandeya KNK.

Kara, da zanîn ku armanca serdana wan a Şengalê ji bo piştgiriya bi gelê Şengalê li dijî gefên dewleta Tirk re ye û wiha dom kir: “Dewleta Tirk di destwerdanê di karê û barê Kurdistanê de dike, bi îdayên ne rast gefê li hemû herêmên wê dixwe û bi taybet herêmên Efrîn, Şengal, Kerkûk û deverên din ên kurdî dixwe. Armanca wan ew e ku komkujiyan li dijî gelê kurd pêk bîne.”

Kara, di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di riya dagirkirina herêmên Kurdistanê û komkujiyên li dijî gelê kurd pêk tîne, dixwaze dawî li hebûna gelê kurd bîne û wiha dom kir: “Civaka navdewletî jî beranberî vê yekê bê deng e. Piştî geşedanên li Kurdistanê dewleta Tirk dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne. Vê bi alîkairya hin aliyên ku îda dikin ku ew kurd in û tu têkiliya wan bi kurdîbûnê re nîne.”

Hisên Kara her wiha êrîşkarên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ne di berjewendiya geln Rojhilata Navîn de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de li dijî siyasetên dewleta Tirk bi xwe ye jî.”

Kara, her wiha destnîşan kir ku serdana wan a Şengalê wekî peyamek yekser ji dewleta Tirk a êrîşkar re ye û wiha pê de çû: “Armanca me bi vê serdanê ew e ku em bêjin ku serdana me ya Şengalê û gelê wê yê berxwedêr yekîtiya gelê kurd nîşan dide. Gelê kurd wê parstina Şengalê û hemû şêniyên wê bikin. Di heman demê de Armanca me ew e ku Kongreya Netewî di zûtirîn dem de were lidarxistin, da ku rê li ber hemû dijminên gelê Kurdistanê were girtin.”

Endamê Meclîsa Gel a Kampa Şehîd Rustem Cûdî Hisên Kara di nava axaftina xwe de jî bibîr xist ku êrîşa li ser Şengalê tê wateya êrîşa li ser Mexmûr, Hewlêr û hemû Kurditanê ye û ev tişt anî zi man: “Lewma divê hemû alî piştgiriya Şengalê bikin.”

Kara di dawiya axaftina xwe de jî rêveberiya xweser a şengalê li hemû gelê herêmê pîroz kir û ji hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê jî daxwaz kir ku ji ezmûna Şengalê sûd werbigirin da ku mafê kurdan û hemû pêkhateyên din were misogerkirin.”