حركة المجتمع الديمقراطي

Willam Robak: Em ê li Sûriyeyê bimînin ta bidawîbûna DAIŞ

798

Şêwirmendê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li Dijî DAIŞ‘ê li Sûriyeyê Willam Robak diyar kir ku ew heya demeke dirêj li Sûriyeyê bimînin ta were tekezkirin ku DAIŞ‘ê bi dawî bûye û hêzên Îranê û hevalbendên wî jî vekişin.

Şêwirmendê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li Dijî DAIŞ‘ê li Sûriyeyê Willam Robak piştî hevdîtina bi Meclisa Gel a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê re civîneke çapemeniyê li navçeyê li dar xist.

Willam Robak bi Meclisa Gel a navçeya Şedadê re civînek li dar xist. Civîn derdora saetekê berdewam kir, di hevdîtinên de geşedanên dawî hatin nirxandin.

Li gorî çavkaniyên ji hindirê civînê mijara xizmetguzarî li herêmên nû hatin rizgarkirin, da ku şênî lê vegerin di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Hevdîtin bi encam bû

Willam Robak piştî hevdîtinê, civîneke çapemeniyê li dar xist û got, “Hevdîtinên me bi Meclisa Şedadê re bi encam bû, me gelek pirsgirêk gotûbjê irin, ji pirsgirêkên sereke wekî tenduristî, perwerde û kehrebe û gelek mijarên din ên ku welatî dikişin, nîqaş kirin. Armanca me alîkariya şêniyan e, her wiha aramî û ewlehiya herêmê ye û têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê ye.”

‘Em li vir in heya DAIŞ bi dawî bibe‘

Şêwirmendê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li Dijî DAIŞ‘ê li Sûriyeyê Willam Robak her wiha got, “Em ê heya demeke dirêj li Sûriyeyê bimînin, heya ku rêxistina DAIŞ‘ê bi dawî bibe, wekî ku Donald Trump daye xuyakirin, em li vir jî heya hêzên Îran û hevalbendên wî jî vekiştin.”

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah Koalîsyona Navdewletî ew spas kir û anî ziman ku ew pêşwaziya her insyatîfeke li dijî terorê û rakirina bermahiyên wê pêşwazî dikin.

Şandeya Koalîsyonê û endamên Meclisa Şedadê paşê çûn bajaroka Deşîşayê ya 30 km dikeve başûr-rojhhilatê navçeyê û li sûka wê ya ku ji ber şer xirab bibû geriyan.

Hêjaye bi bîrxistinê ku bajaroka Dişîşayê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê QSD‘ê ve hat rizgarkirin.

Hevserokê navçeya Şedadê Husam El-Elî jî derbarê mijarê de ji ajansa me re diyar kir ku

Şêwirmendê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li Dijî DAIŞ‘ê li Sûriyeyê Willam Robak soza alîkariya xizmetguzarî “Tenduristî, perwerde, av û kehrebe û vegerra şêniyan li warê xwe” bi wan re da.