حركة المجتمع الديمقراطي

Li Efrînê 3 jin hatin revandin

726

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê keçek ji êla El-Emîrat a kantona Efrînê revand û li beramberî berdana wê 5 milyon lîreyên Sûriyeyê girtin. Her wiha 2 jinên din jî hatin revandin têkildarî aqûbeta wan tu agahî tune ne.

Li gorî çavkaniyekî ji Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên bi navê Firqet Mûrad El-Sultan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker beriya du rojan keça bi navê Ayişe Abdulnasir (20) ji taxa E-Mehmûdiye El-Zeydiye revand û li beramberî berdana wê 5 milyon lîreyên Sûriyeyê ji malbata wê girtin.

Çavkanî tekez kir ku dema ew keç ji mala xwe ber bi mala kalikê xwe ve di heman taxê de diçû, ji aliyê çeteyan ve hate revandin.

Çavkanî destnîşan kir ku beriya du mehan çeteyan jina bi navê Ayişe Laqif û keça welatiyê bi navê Yûsif El-Hedîdî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha tu agahî der barê wan de tune ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Efrînê rojane revandin, kuştin, îşkencekirin ji aliyê çeteyan ve li ser sivîlan tê kirin û li beramberî berdana sivîlan pereyên zêde ji malbatên wan tên xwestin.