حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM’ê cejna Qurbanê pîroz kir: Veger ji vebijêra rizgarkirina Efrînê tune ye

694

Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) cejna Qurbanê li hemû gelê Sûriyeyê û gelê Kurd û cîhana Îslamî pîroz kir. Desteyê banga vegerandina hemû koçberan û di nava wan de welatiyên Efrînê kir û wiha got: “Veger ji vebijêra rizgarkirina Efrînê tune ye”.

Bi boneya hatina cejna Qurbanê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro bi daxuyaniyekê cejn li hemû gelên Sûriyeyê û gelê Kurd û cîhana Îslamî pîroz kir.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Li rex tunebûna çareseriyeke rasteqîn heta niha ji aloziya Sûriyeyê re gelên Sûriyeyê cejna Qurbanê di rewşeke trajedîk de pêşwazî dikin. Hêjî gelek alî hewl didin şerê navxweyî gur bikin û tevliheviyê derbixînin û di bin navên cûda de hewl didin terorê biparêzin. Em baş nas dikin ku diyalog beşekî girîng ji bo çareseriyê ye û em hewl didin li ser erdê pêk bînin. Em hêvî dikin ku rêbaza diyalogê ji hemû aliyên Sûriyeyê ve were wergirtin.

Ev cejna duyemîn e di ser welatiyên Efrînê re derbas dibe û dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê hêjî destdirêjiya xwe li Efrînê didomînin. Welatiyên Efrînê di kampên kantona Şehba de rewşeke dijwar derbas dikin. Mixabin niha miletekî resen li derveyî axa xwe dimîne û der heqê wê de komkujî tên meşandin û li hemberî wê civaka navnetewî jî hêjî bêdeng e.

Em weke Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatina cejna Qurbanê li hemû gelê xwe û di serî de li malbatên şehîdan pîroz dikin. Em cejna Qurbanê her wiha li leheng û birîndarên giştî gelên Sûriye û cîhana Îslamî pîroz dikin. Em aştî û aramiyê ji Sûriyeyê re hêvî dikin. Bi vê boneyê em banga vegerandina hemû koçberan li mal û warên wan dikin û di serî de welatiyên me yên Efrînê. Em bi hêvî ne ku her kesekî xwedî rol bi berpirsyariya xwe rabe û bi erka xwe ji bo çareseriyê û xizmeta gelê Sûriyeyê rabe.

Em piştrast dikin ku dagirkeriya Tirkiyeyê xencerekî jehrî di canê Sûriyeyê de ye û divê ji bo derxistina wê divê tevgerek were meşandin. Em dibînin ku divê cihê terorê li Sûriyeyê tune be. Em destnîşan dikin ku pilan û armanca Tirkiyeyê ew e ku komên çete yên li Sûriyeyê biparêze û hewl dide di bin navên cûda de tabûrên nû ava dike û diyardeya wê berûvajî naveroka wê ye û ev siyaseteke Tirkiyeyê ye ku hêjî didomîne.

Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê têkoşîna xwe ya berxwedanê berdewam bikin û rizgarkirina Efrînê û vegerandina welatiyên wê biryara me ye û ne pêkan e em ji vê biryarê vegerin. Xwedî derketina me li çareseriyê û xebatên diyalogê girêdayî rizgarkirina Efrînê ne, da ku daxwazên giştî pêkhateyên gelê Sûriyeyê pêk werin. Ji ber ku Efrîn vebijêra çareseriyê ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê ye, rizgarkirina wê jî berpirsyariya Sûriyeyê ye.

Di dawiyê de em soza xwe nû dikin ku em ê riya şehîdên xwe heta pêkanîna serkeftin û demokrasiyê li gorî rêgezên bingehîn bi riya projeya netewa demokratîk û riya ber bi aramî û aştiyê ve bidomînin.

Cejna Qurbanê li gelê me û giştî gel û pêkhatiyên herêmê pîroz be”