حركة المجتمع الديمقراطي

Çete derketina malbatên xutayî ji Efrînê asteng dikin

652

Hate ragihandin ku hin malbatên ji Xuta El-Şerqiyê yên ku di Efrînê de hatibûn bicihkirin, xwestin ji Efrînê derkevin, rastî êrîşa çeteyên koma Firqet El-Hemzet hatin. Di êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên çete yên girêdayên wê ve, di encama lihevkirina Tirkiye û Rûsya de bi hezaran malbatên endamên çeteyan û welatiyên Xûta El-Şerqiyê li gund, navçe û bajarê Efrînê hatibûn bicihkirin. Li gor agahiyan ji ber kiryarên çeteyan û pêvçûnên navxweyî ya di navbera  sivîl û çeteyan de diqewimin û sivîl dibin qurbanî, malbatên Xutayî dixwazin ji Efrînê derbikevin lê rastî êrîşên çeteyan tên.

Li gor agahiyên çavkaniyekî ji heremê ragihand, dema ku du malbatên Xûtayî tiştên xwe kom dikirin û dixwestin ji Efrînê derkevin û vegerin Xutayê, rastî êrîşa çeteyên Firqet El-Hemzet hatin. Hat destnîşankirin ku sedema êrîşê û astengkirina çûyina malbatan ew e ku herêma hatiye dagirkirin naxwazin vala bibe. Hat diyarkirin ku yek ji van malbatan ku zarokên wan endamên çeteyên din bûn, bi çek bersiva çeteyên El Hemzat dan û şer  qewimî. Hat zanîn ku di şer de ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene, lê di hêla hejmarê de agahiyek zelal nehat bidestxistin.

 Ev ne cara yekemîn e

Li gor agahiyên çavkaniyê, ne cara yekemîne ku komên çete derketina malbatan asteng dikin û şer diqewime. Çavkanî, ragihand ku ev daxwaza derketina malbatên Xutayî û malbatên çeteyên ji Xutayê hatine; sedema wê hem nakokî û şer  di nava çeteyan de û sivîl qurbanî dibin, hem çalakiyên YPG-YPJ ya li ser çeteyan zêde dibin.