حركة المجتمع الديمقراطي

Esed El-Ebadî: Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk fersendeke dîrokî ye

719

Esed El-Ebadî destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li Bakurê Sûriyeyê pêk hatiye, ji bo gelên herêmê fersendeke dîrokî ye û bang li rêjîma Sûriyeyê kir ku bi erênî nêzî projeyê bibe. El-Ebadî wiha got: “Projeya Rêveberiya Xweser xeyal bû û niha li ser erdê pêk tê. Lewre jî pêwîst e ev tecrube li tevahî Sûriyeyê û herêmên din wekî Iraqê pêk were.”

Çalakvanê siyasî û hiqûqnas Esed El-Ebadî têkildarî tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmên Bakurê Sûriyeyê hatiye rûniştandin ji ajansa me re axivî û got wî tecrîde serkeftî dît.

El-Ebadî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew ji bo serdana Bakurê Sûriyeyê ji aliyê Desteya Derve ya Kantona Cizîrê ve hat vexwendin û ev tişt anî ziman: “Piştî derbasî Rojava bûm û min serdana saziyên rêveberiya xweser û bi rayedarên desteyên xizmetguzarî, tenduristî û perwerde hevdîtin kir, min dît ku projeya rêveberiya xweser xwedî hêz e, li ser bingehê wê gel xwe bi rêxistin dike.”

El-Ebadî destnîşan kir ku gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê projeya rêveberiya xweser fam kir û bû xwedî biryar, bêyî ku cudahiyên etnîk û olî hebe û wiha domand: “Rêveberiya Xweser xewn kir rast, gelek kêmasî derbas kirin, ji ber nakokiyên di navbera pêkhateyan derketin rastî keleman hat.”

El-Ebadî anî ziman ku gelek lêkolîneran texmîn kir ku dê li Bakurê Sûriyeyê şerekî navxweyî derkeve û ev tişt bi lêv kir: “Encamên texmînên wan berevajî derketin, me dît ku gelê Bakurê Sûriyeyê rêveberiya xweser qebûl kirin û bi xwe, herêmên xwe bi rêve bibirin. Serkeftina rêveberiya xweser piştî ked û westandin hat, ji ber ku gelê bi biryara xwe de bi israr bû, hemû li welatekî bi hev re dijîn.”

Têkildarî pêşeroja Sûriyeyê û çareserkirina aloziyê, El-Ebadî  wiha got: “Heger rêjîm tecrubeya li herêmên Bakurê Sûriyeyê negire, tu guhertin wê li qada Sûriyeyê rû nede û alozî wê dirêj bike. Tecrubeya rêveberiya xweser fersendeke dîrokî ye. ”

Li ser hevdîtinên MSD û rêjîma Sûriyeyê, El-Ebadî hevdîtin gaveke erênî ber ber pêşeroja Sûriyeyê bi nav kir.

Çalakvanê siyasî û hiqûqnas Esed El-Ebadî di dawiyê de got tecrubeya rêveberiya xweser bingeha modela neteweya demokratîk e û hêvî kir ku ev tecrube li tevahî Sûriyeyê, dewletên derdorê û Iraqê pêk were.