حركة المجتمع الديمقراطي

Cenazeyê Mam Zekî Şengalî bi merasîmeke bi heybet hat veşartin

679

Cenazeyê Mam Zekî Şengalî bi merasîmeke bi heybet ji aliyê bi hezaran xelkên Şengalê û Wargeha Mexmûr li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan a Şengalê hate veşartin.

Bi hezaran şêniyên Şengalê û Wargeha Mexmûr, malbata Mam Zekî , bi merasîmeke bi heybet li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan a Şengalê oxir kirin.

Merasîm di saet 17:00‘an de dest pê kir, girseya gel ku cenaze hilgirtibûn li gelek herêmên Şengalê geriyan û bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê beriz dikir.

Li navçeya Xanesorê ya Şengalê ensafan ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî derabeyên dikanên xwe venekirin.

Li şehîdgehê şervanên Yekîneyenê Berxwedana Şengalê (YBŞ) toraneke leşkerî li dar xistin. Paşê jî Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Zerdeşt Şengalî axivî.

Şengalî got, “Di salvegera komkujiya gundê Koçoyê de, Mam Zekî Şengalî ji aliyê êrîşeke hovane ya dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Êrîşa  ne tenê Zekî Şengalî kir hedef, lê belê tevahî civakî Êzidî dike hedef.”

Şengalî destnîşan kir ku Mam Zekî Şengalî roleke mezin di xizmeta civaka Şengalê de da meşandin û ev tişt anî ziman,” Mam Şengalî pirsgirêkên civaka Şengalê şareser dikin, cihê wî di civaka Êzidî de fermandarî bû. Em ê tola Şengalî hilînin.”

Fermandarê YBŞ‘ê Zerdeşt Şengalî di dawiyê de got, “Erdoganê dagirker neya niha digot Gerîla û YBŞ li Şengalê yek in. Ev yek dikir hicet da ku êrîşan pêk bîne. Lê her kes dizane ku hêzên Gerîla bi sponseriya hêzên Iraqê ji Şengalê vekişiya. Em carek din dibêjin her kesê ku komkujiyan der heqê Êzidiyan pêk were û jinan bi revîne em ê li hemberî wan biskenin.”

Cenazeyê Mam Zekî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan di nava dirûşme û dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

Welatiyên Bakurê Sûriyê ku ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê Mam Zekî Şengalî ber bi Şengalê ve derketibûn rê, ji ber ku hêzên Iraqê destûr nedan derbasî Şengalê bibin, piştî daxuyanî dan paşve vegeriyan.

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî di êrîşa balafirên artêşa Tirk a dagirker li Şengalê di 15`ê Tebaxê de şehîd bibû.