حركة المجتمع الديمقراطي

Hêzên Iraqê destûr nadin ku gelê Bakurê Sûriyê derbasî Şengalê bibe

748

Hêzên Iraqê destûr nadin ku şêniyên Bakurê Sûriyê yên ji bo oxirkirina Mam Zekî Şengalî berê xwe dabûn Şengalê, derbasî herêma Şengalê bibin.

Îro bi hezaran ji şêniyên Bakurê Sûriyê ji bo tevlî merasîma oxirkirina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî bibin, ketin ser rêya Şengalê.

Nûçegihanên me ragihandin ku hêzên Iraqê li ser bendên kontrolê yên Gola Xatûniyê destûr nadin ku şêniyên Bakurê Sûriyê derbasî herêma Şengalê bibin.

Şêniyan xwest ku ji bendên kontrolê yên hêzên Iraqê sedema ne derbasbûna wan pirs bikin, lê hêzên Iraqê gotin ku telîmat ji Bexdadê hatiye ku win derbas nebin.

Zekî Şengalî di êrîşa balafirên artêşa Tirk a dagirker li Şengalê di 15`ê Tebaxê de şehîd bûbû.