حركة المجتمع الديمقراطي

Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Amerîka li Kobanê ye

735

Şandeyeke hêzên Koalîsyona Naventewî serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Kobanê kir û di serdana xwe de alavên tenduristî pêşkêşî nexweşxaneya leşkerî ya bajêr kirin.

Bi armanca pêşxistina têkliyan di navbera Koalîsyona Naventewî li Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, îro şandeyeke siyasî bi serokatiya sefîrê berê yê Amerîka li Behrênê Wîliyam Robak ku niha cihê xwe di paya şêwirmendiya Wezareta Karên Derve ya Amerîka de li Bakurê Sûriyeyê digire, serdana bajarê Kobanê kir.

Şande ji rayedarên Koalîsyona Navnetewî pêk dihat û serdana nexweşxaneya leşkerî ya bajêr kirin. Şandeyê di çarçoveya alîkariya bi QSD’ê re hin alavên tenduristî pêşkêşî nexweşxaneyê kir.

Şande ji aliyê endamên Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a kantona Kobanê ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê her wiha serdana navenda Meclîsa Rêveber a bajêr kir û li vir jî ji aliyê hevserokê Meclîsa Rêveber a kantona Kobanê Enwer Muslim û hejmareke serokên desteyên kantonê ve hate pêşwazîkirin.

Di navbera şandeyê û rêveberiyê de civînek hate lidarxistin û Wîliyam Robak diyar kir ku ev alîkariya tenduristî di qonaxa destpêkê de ye û dê alîkariya xwe bi hemû xalên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re berdewam bikin.

Robak destnîşan kir ku mijara sereke di têkliyên bi rêveberiya siyasî û leşkerî ya Bakurê Sûriyeyê re ew e ku DAIŞ li giştî rojhilatê Sûriyeyê were tunekirin.

Her wiha got ku alîkariya tenduristî ya Hêzên Koalîsyonê bi birîndarên QSD’ê re tiştekî biçûk li hemberî fedekarî û berxwedana şervanên QSD’ê li dijî terorên herî metirsîdar di cîhanê de ye û bi taybet li kantona Kobanê ku şervanan berxwedaneke leheng têde meşandin.

Enwer Muslim jî gava Koalîsyonê silav kifr û got ku divê alîkariya Koalîsyonê di hemû aliyan de be û avakirina Sûriyeke piralî û nenavendî armanc bike.