حركة المجتمع الديمقراطي

NÇÊ: Em ê şopdarê rêya Mam Zekî Şengalî bin!

676

Navenda Çanda Êzidxanê têkildarî êrîşa li Şengalê daxuyaniyek da û got: “Êrîşa ku têde Mam Zekî Şengalî şehîd bûye, bi qasî fermana li ser civaka Êzidî hatî kirin gîrîng e.”

Navenda Çanda Êzidxanê bal kişand ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê û diyar kir ku di demekî ku hê êrîşên qirker ên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêmê bi temamî bi dawî nebûyî, pêkanîna êrîşekî wiha berdewam fermana 73’an a 3’yê Tebaxa 2014’an e.

NÇÊ di dewama daxuyaniyê de bang li hemû kesî bi taybet li Êzidiyan kir ku li dijî van êrîşan dakevin qadan û heta tola Mam Zekî hilînin li ber xwe bidin.

Dîsa hate diyarkirin ku weke şagirtên Mam Zekî wê li pey rêya wî bimeşin û wiha hate gotin: “Di serî de me soz didin Mam Zekî Şengalî û hemû şehîdên azadiyê, em ê ala wan li erdê nehilînin û heta serketinê li ba bikin.”

Herî dawî Navenda Çanda Êzidxanê bibîr xist ku eger destê kesên navxweyî di êrîşa li dijî Mam Zekî Şengalî de hebe wê tola wê giran bê hilanîn.