حركة المجتمع الديمقراطي

MSD: Tirkiyê bi êrîşên xwe mîraseya terorê diparêze

699

MSD‘ê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û got ku Tirkiyê bi vê êrîşê nîşan dide ku ew mîraseyê rêxistinên terorêstî diparêze, ji ber ku di heman dema salvegera 4‘emîn a komkujiya gundê Koçoyê de pêk hat. MSD‘ê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî kir ku ji bo parastina gelê Êzidî ji êrîşên Tirkiyê û rêxistinên tarî bi cidiyet bixebitin û destekê bibin projeya xweseriya Şengalê.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ku 15‘ê Tebaxê pêk hat daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Herêma Şengalê rastî êrîşên hawayî yên dewlat Tirk a dagirker hat. Di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû. Êrîş di dema ku bi hezaran xelkên Şengalê ji merasîma biranîna şehîdên komujiya gundê Koçeyê vedigeriyan de pêk hat.

Wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk em êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin, ev êrîş di çarçoveya polîtîkeyên hikûmeta Erdogan ên dijî mirovahiyê li hemberî gelên azadîxwaz de pêk hat.

Dijminahiya Tirkiyê ya li ser Şengalê mîna peyamek ji aliyê Tirkiyê ve ku şêniyan bi komkujiyê DAIŞ‘ê bi bîr bînin. Bi taybet ku ev êrîş di salvegera 4‘emîn a komkujiya gundê Koçoyê de ya ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatî kirin, pêk hat. Ev yek diyar dike ku hikumeta Erdogan mîraseya rêxistinên terorîst diparêze û rê nede ku aramî li herêmê pêk were.

Her wiha êrîşa li ser Şengalê binpêkirina xaka Iraq û herêma Kurdistanê ye, em bang li hemû hêzan dikin ku der barê van binpêkirinan de helwest diyar bikin û hirmeta îradeye gelê Şengalê bikin, her wiha qirkirinên der heqê gelê Êzidî de bi sînor bike.

Bêdengiya li hemberî binpêkirinên Erdogan ên li dijî gelê Êzidî dihêle ku Erdogan di van polîtîkeyên bi sûc de berdewam bike.

ji bo parastina gelê Êzidî ji êrîşên Tirkiyê û rêxistinên tarî bi cidiyet bixebitin û destekê bibin projeya xweseriya Şengalê.”