Yek ji berpirsên Wekaleta Komkirina Agahiyan û fermandarê li dijî terorê li herêma başûrê Kurdistanê Lahûr Şêx Cinkî got ku Şengal ne ji ber lawazbûna di aliyê leşkerî de kete destê çeteyên DAIŞ`ê, lê belê hate radestkirin. Cinkî tekez kir ku kesên bajar radest kirin heta niha bê kêfxweşî li ser mal û milkên xizanan dijîn û bazirganiya vê dozê li Erbîl û Bexdayê dikin.
Îro salvegera 4`emîn a Komkujiya Şengalê ye ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li ser gelê Şengalê pêk hat û piştî pêşmergeyên PDK`ê reviyan û bajar berda, komkujî li ser gelê Şengalê pêk hat. Di vê çarçoveyê de yek ji berpirsên Wekaleta Komkirina Agahiyan û yek ji fermandarên li dijî terorê li herêma başûrê Kurdistanê Lahûr Şêx Cinkî îro ji El-Sûmeriye News re daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de Şêx Cenkî tekez kir ku tişta ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de li Şengalê pêk hat ne jixweber nebû, lê belê beriya wê plan û taktîkên wê li derveyî welat hatibûn danîn, gelek dewletên mezin tev lê bûbûn û bandora wê bi rêya îstixbaratên li herêmê hebû. Şêx Cenkî diyar kir ku beriya 4 salan salan dilê wan li ser Şengalê êşiya lê ew kesên ku Şengal radestî çeteyên DAIŞ`ê kir, heta niha bi kêfxweşî û li ser mal û milkên xizanan dijîn û bazirganiya vê dozê li Hewlêr û Berxdayê dikin.
Şêx Cenkî got pêwîst e civaka navdewletî der barê kesên ku bajar radetî çeteyan kir de agahiyan kom bike, hesab ji wan were xwestin û radestî dadgeha navdewletî werin kirin.
Şêx Cenkî diyar kir ku ol û netewe sedemên sereke bûn ku çeteyên DAIŞ`ê bajêr dagir bikin û li wê derê komkjiyan pêk bînin, jin revandin û bi hezaran welatî koçber kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de Lahûr Şêx Cinkî got ku Şengal ne ji ber lawazbûna di aliyê leşkerî de kete destê çeteyên DAIŞ`ê, lê bi xwestek û zextên siyasî û navdewletî hate radestkirin û civaka êzidî dizane ka kî komkujî li ser wan pêk aniye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê dema ku êrîşî Şengalê kir, bi deh hezaran jinên êzidî û zarok revandin. Rola şervanên YPJ/YPG`ê di rizgarkirina kesên ku di çiyayê Şengalê de asê mabûn pir mezin bû û ew ber bi Rojava ve şandin.