حركة المجتمع الديمقراطي

MSD: Pêwîst e civaka navneteweyî hesab ji berpirsên komkujiyê bipirse

603

Meclisa Sûriya Demokratîk komkujiya ku çeteyên DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de li dijî êzidiyan pêk anî, şermezar kir û ji civaka navneteweyî xwest ku sînorekî ji çeteyên terorîst re deyne û dewletên ku destekê didin wan hesab jê bixwaze.

Îro salvegera 4`emîn a Komkujiya Şengalê ye ku wek Fermana 73’yan tê zanîn. Têkildarî mijarê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

ʺDi 3`yê Tebaxa 2014`an de, kurdên êzîdî yên li Şengalê li ser destê rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst rastî komkujiyeke mezin hatin ku ji bo mirovahiyê wekî rûreşiyekê ye. Armanc ji vê komkujiyê rakirina pêkhateya resen, guhartina demografiya herêmê, çewisandina nasname, çand û baweriyê ye. Di vê komkujiyê de, zarok, kal, pîr hatin kuştin û jin hatin revandin.

Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk vê komkujiya hovane û kesên ku ev komkujî pêk anîne bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de, em berxwedana Şengalê û taybet HPG, YPG û YPJ`ê silav dikin ku roleke mezin di rizgarkirin û parastina herêmên êzidî û têkbirina terorê de lîst.

Di demeke wiha de, rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li ser birayên me yên dirûz li bajarê Siwêda komkujiyek pêk anî. Di encamê de, bi dehan kes bûne qurbanî. Rêxistina DAIŞ`ê ya terorê hemû nirxên îslamê yên ku banga parastina hemû olan dikin, paşguh kirin. Ev kesên nezan  gotinên Xweda pêk naynin û perestgehên êzidiyan ji xwe kirine mizgeft, wekî ku li Efrînê jî pêk hat, ev yek jî ne li gorî fermanên Xweda ne.

Ji bo ku em li hemberî fikra radîkal a dijminên mirovahiyê bisekinin, em bang li civaka navneteweyî dikin ku sînorekî ji rêxistina terorê re deyne û dewletên ku destekê didin wan hesab jê bixwaze.

Em wek MSD sersaxiyê ji gelê xwe yê êzidî re dixwazin û berxwedana wan silav dikin. Em careke din sekinadina xwe bi gelê xwe yê li çiyayê bilid (Siwêda) û hemû gelên ku rastî zilm û zordariyê tên, dubare dikin. Her wiha em hêzên me QSD`ê ku ayetên rûmet û lehengiyê dinivîsin û li pey rêxistina DAIŞ`ê ya teror in da ku gelên herêmê bi rûmet û azad bijîn, silav dikin.ʺ