حركة المجتمع الديمقراطي

Yekitiya Ciwanên Rojava êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

584

Rêxistina Yekitiya Ciwanên Rojava ya Hesekê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Serî Hilde” de bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Bi dehan endamên Yekitiya Ciwanên Rojava yên ji bajarê Hesekê tev li meşa ku li Çerxerêya Itfaiyê (agirkujiyê) bûn. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Ciwanên Rojava hildan.

Ciwanên ku bê navber dirûşmên li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê berz dikirin, ji çerxerêyê dest bi meşê kir û li kolanên bajarê Hesekê geriyan. Ciwanan bi dirûşmên “Na ji dagirkeriya tirk re, em amade ne ji bo Kurdistanê şer bikin” meşa xwe heta navenda Yekitiya Ciwanên Rojava domand.

Li vir endamê Yekitiya Ciwanan a Hesekê Sadiq Kobanê axivî û diyar kir ku pêngava wan a “Serî Hilde” dê heta herêmên bakurê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya tirk werin rizgarkirin, dewam bike.

Paşê li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Nûşîn Îbrahîm axivî û ev tişt anî ziman: “Bi rihê jinên ciwan em ê serî li hemberî dagirkeriyê hildin, em ê tu carî rê nedin dagirkeriya dewleta tirk ku mafên me binpê bike.”

Ciwanan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bimire dagirkerî” çalakiya xwe bi dawî kir.