حركة المجتمع الديمقراطي

Sînyalên destpêkê yên operasyona leşkerî li dijî Idlibê!

566

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Rûsyayê Sputnîkê, hêzên rêjîmê ji gundewarên bakurê rojhilatê Lazqiyeyê dest bi êrîşên dijwar li ser baregehên komên çekdar û çeteyan li gundewarên rojavayê Idlibê kir.

Ajansa nûçeyan a Sputnîkê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyeyê duh nîvro ji çiyayê Ekrad ê dikeve gundewarê bakurê Lazqiyeyê bi fûze û topan êrîşî birin ser baregehên komên çekdar û çeteyên li bajarokên Bedama û Naçiyê yên gundewarên rojavayê Idlibê.

He wiha hate ragihandin ku êrîş heya saetên dereng ên şevê gihaştin bajarokê Xan Şeyxûn ê başûrê Idlibê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja şemiyê ragihand ku hêzên wan balafireke bêpîlot ku nêzî baregeha Himîmîm bû, rûxand. Wezarata Parastinê ya Rûsyayê, di 21‘ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar û çete balafirên bêpîlot li nêzî baregehê belav kirin û komên çekdar bi astengkirina derbasbûna alîkariyan ji bo Idlibê tohmetbar kirin.

Ajansê ji çavkaniyekî meydanî, texmîn kir ku di demên pêş de topbaran veguherin êrîşên bejahî jî li ser gundewarên rojavayê parêzgehê heta Cisir El-Şixûr û Erîhayê.

Ajansê destnîşan kir ku hêzên rêjîmê qaweta xwe ya leşkerî li eniyên gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê û gundewarên bakurê Hemayê xurt kir heta dest bi operasyona Idlibê bike.

Rûsya, Tirkiye û Îran li ser Sûriyê lihevkirinan dikin û di encama lihevkirinên sêalî di Astanayê de parêzgeha Idlibê di lîsteya “herêmên kêmkirina şer” de rêz kirin. Li gorî lihevkirinên her sê aliyan, Tirkiye wek garantora Idlibê ya ku ji aliyê Cebhet El-Nusra (Beşa El-Qaîde li Şamê) ve hatiye dagirkirin, hatiye destnîşankirin.