حركة المجتمع الديمقراطي

Akademiya Civaka Demokratîk dewreya 10`emîn bi dawî kir

673

Akademiya Civaka Demokratîk a Eyn Îsa dewreya perwerdeyê ya şehîd Gîvara ya endamên komîn û meclisan bi dawî kir.

Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî dewreyeke perwerdeyê bi tevlêbûna 32 endamên komîn û meclisên herêmê ji bajarê Reqayê û gundewarên wê û bajarê Dêrazorê bi dawî kir.

Dewreya perwerdeyê 20 rojan dewam kir. Di dewreyê de waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, neteweya demokratîk, jin, meclis û komîn hatin dayîn.

Abdulkerîm El-Şêx û Ayişe El-Receb du endamên ku tev li dewreya perwerdeyê bûne tekez kir ku wan gelek sûd ji perwerdeyê girt û girîngiya perwerdeyê di pêşxistina kesan de nas kir.

Berpirsê dewreya perwerdeyê Xebat Efrîn got ku ew bi hêvî ne endamên tev li dewreya perwrdeyê bûne di kar û xebatên xwe de sûdê pêk bînin û meclis û komînan bi rêxistin bikin.