حركة المجتمع الديمقراطي

Germ zehmetiyên koçberan zêde dike

632

Li gel kêmûma avê, bilindbûna pilaya germê zehmetiyên koçberên kampa Eyn Îsayê du qatî zêde dike. Koçberên kampê banga li saziyên peywendîdar dikin ku erka xwe ya li he

mberî koçbran bi cih bînin.

Kampa Eyn a li navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî 9‘ê Mijdara 2016‘an ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî ya ve hate vekirin. Kampê bi armanca pêşwazîkirin koçberên ji herêmên şer lê hene hate vekirin.

Bi hezaran koçber ên ji herêmên cuda yên Sûriyê, li kampê dimînin.

Li gel kêmderfetan, di demên dawî de pileya germê ku ji sedî 46 zêde bûye. Ev yek jî bû sedem ku nexweşî belav bibe, nemaze ku av jî kêm e.

Gelek koçber di çadirên naylon de dimînin. Ji ber germa zêde nikarin di hindirê çadirê de bimînin û neçar dimînin li ber siyan çadirên rizyayî de bimînin.

Ji ber germê û mayîna li rojê bi taybet naxweşiyên sorikê dikevin û ta digirin.

Birayên cêwî Mihemed û Welîd yê sal û nîvek in ji ber germê nexweş ketine.

Dayika wan Fatima El-Ehmed dibêje ku ji ber alavên sarkirinê tunene li ber siya çadirê dimînin û wiha dibêje, “Germa di hundirê çadirê de nayê tehemulkirin”.

Fatima El-Ehmed anî ziman ku ew rojana sê caran zarokên xwe dişo.

Pirsgirêka duyamîn kêbûma avê ye

Li gel germahiya zêde jî kêmbûna avê zehmetiyên koçberan zêde dike.

Rêxistina Konsir a alîkariyê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê ji destpêka zivistanê ve av bi sarîcan li kampê belav dikir, lê di havînê de ji ber ku pêwîst bi avê zêde dibe av têra koçberan nake.

Li ser vê yekê Rêveberiya kampê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê depoyeke bin erd  qasî 2 hezar û 800 bermîl peyd kir û bi riya cenatorê avê li tevahî kampê belav dike.

Rêveberê kampê destnîşan kir ku gelek caran pirsgirêk di cenator de derdikeve, li şûna ku rojane 14 saetan were şûxulandin 3 saetan dişuxulînin.

Koçberê bi navê Yasîn Abdullah ê ji bajarê Reqayê zehmetiyên ku li wan rast tê wiha parve dike, “Li gel germahiya zêde av jî kêm e, ji beriya hefteyekê av qut bûye. Ji ber vê bi sedan zarok nexweş ketine.”

Yasîn Ebdullah destnîşan kir ku piraniya çadiran ji ber germ û tozê riziyan e  û bang li aliyên peywendîdar kir ku erka xwe ya li hemberî koçberan pêk bîne û alavên sarkirinê û çadiran pêşkêş bikin.”

Rêveberê Kampa Eyn Îsayê Celel Eyaf anî ziman ku  rexmî derfetên kêm ên rêveberiyê hewl tê dayîn ku çareserî ji pirsgirêkên koçberan re bêne dayîn.

Eyaf diyar got, “Niha em hewl didin çadiran nû li koçberan belav bikin û pirsgirêka avê çareser bikin.”