حركة المجتمع الديمقراطي

‘Pêşangeha pirtûkan derfeta têkiliyên gelan bi Rojava re ye’

678

Nivîskar û rojnamevanê ji Misrê Seyîd Ebdulfetah ku di pêşangeha pirtûkan de amade bû, diyar kir pêşangeh pira ku gelên derve û yên Rojava digihîne hev e û xebata kadroyên Rêveberiya Xweser di aliyê pêşxistina çandî de diyar dike.

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê duyemîn pêşangeha pirtûkan bi dirûşma “Em bi xwendinê zindî dibin” 20’ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo hate vekirin.

Gelek weşanxane, saziyên çandî, Akademiyên Civaka Demokratîk, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Çandî ya Suryanî, kovara Sormê, Pirtûkxaneya Manîsa, nîviskar Salihê Heydo, weşanxaneya El-Tekwîn, weşanxaneya El-Zeman, weşanxaneya Şilêr, Yekitiya Nîviskarên Kurd a Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê yên Sûriyeyê tev li pêşangehê bûn.

Li ser vexwendina Desteya Çand û Hunerê nivîskar û rojnamevanê misrî û serokê Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî Seyid Ebdulfetah beşdarî pêşangehê bû.

Ebdulfetah di sala 2014‘an de yekem car hat Rojava. Ebdulfeth di wê salê de bi erka rojnamevanî li eniyên şer hat Rojava û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê şopand.

Ebdulfetah behsa serdana xwe ya eniyên berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û rayedarên siyasyî yên Rojava kir û got ku ev şopandina xwe û di pirtûkekê de bi navê “Avantûra rojnamevanekî misrî li dewleta DAIŞ’ê” kom kir û çapa pirtûkê ya yekemîn li Misrê hate derxistin û çapa duyemîn dê bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya kantona Cizîrê were derxistin.

Ebdullfetah di pirtûka xwe de behsa rola şervanên jin ên kurd di şer de dike û wiha dibêje: “Rola jinên ciwan ên kurd hêjayî rêzdariyê ye. Li Rojhilata Navîn şervanên jin li rex şervanên zilam gelekî lawaz in.”

Ebdulfetah ji ajansa me ANHA’yê re got ku piştî ew bi şervanan re civiya ye û bi taybet bi şervanên jin re ew hewl dide rastiya wan ji raya giştî ya erebî û Misrê re aşkera bike.

Ebdulfettah diyar kir ku çapemenî di ragihandin û têkiliyên bi aliyên din re gelekî lawaz e û rola kurdî di têkoşîn û şikandina hovîtiya DAIŞ’ê de hatiye paşguhkirin.

Nivîskar û rojnamevanê misrî Seyid Ebdilfetah di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêşangeha pirtûkan tevî hemû kêmderfetan cîwaz derbas dibe û ji bo sala bê jî hêviyên xwe anîn ziman ku beşdarbûna ji derveyî Sûriyeyê berfirehtir be.