حركة المجتمع الديمقراطي

Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a PYD’ê dest pê kir

666

Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk bi dirûşma “Azadiya jinan mîsogeriya civaka exlaqî û siyasî ye” dest pê kir.

Bi dirûşma “Azadiya jinan mîsogeriya civaka exlaqî û siyasî ye” Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a PYD’ê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê dest pê kir. Di kongreyê de bi sedan endamên jin ên PYD’ê yên kantonên Rojava û Bakurê Sûriyeyê beşdar bûn. Di kongreyê de her wiha endamên jin ên rêxistina PYD’ê ya Ewropayê beşdar bûn û endamên rêxistina PYD’ê yên Başûrê Kurdistanê ji ber ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK) derbasbûna wan a Rojava qedexe kir, nikaribûn beşdar bibin.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Tê payîn ku gelek axaftin bêne kirin û hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongeya Star, Meclisa Jinên Sûriyeyê û Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di kongreyê de biaxivin.

Di kongreyê  de raporên rêxistinî dê bêne xwendin û nirxandin. Her wiha nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê siyaseta demokratîk û rola jinan de werin xwendin. Di dawiya kongreyê de dê Meclisa Jinan a PYD’ê were damezirandin.