حركة المجتمع الديمقراطي

‘Netewa Demokrtîk yekîtiya xaka Sûriyayê diparêze‘

694

Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd anî ziman ku Sûriyê di encamên mudaxeliyên derve ber bi parçebûnê ve dice û got ku projeya Netewa Demokratîk altirnatîfa herî guncaw ya parastina yekîtiya xaka Sûriyê ye.

Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd li ser destwerdana hêzên derve di Sûriyê de û rêbazên çareseriya aloziya ji ajansa me re axivî.

Dawûd destnîşan kir ku hêzên herêmî û navdewletî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve destwerdanê di karûbarên Sûriyê de kirin, xwestin şerên taîfî û mezhebî derbixin da ku berjewendiyên xwe di herêmê de pêk bînin û wiha domand, “Beriya 7 salan ve dewletên derve wekî, Tirkiyê, Îran, Rûsiya û Amerîkayê destwerdanê di Sûriyê de dikin da ku berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de pêk bînin, ev dewletanan dest danîne ser beşeke xaka Sûriyê. Di mijara çareserkirina aloziya Sûriyê de, gotina gelê Sûriyê nine, lê belê dewletên derve çarenûsa gel diyar dike, nemaze dewletên Îran, Rûsiyê û Tirkiyê.”

Îmad Daûd, bal kişand ku hemû îtîfaqên di Astaniyê yên girêdayî herêmên kêmkirina şer armanc jê koçberkirina gel e û dagirkirina xaka Sûriyê ye.

Dawûd anî ziman ku rewşa Sûriyê bi sedama destwerdana derve ber bi aloziyeke hê kûrtir ve dice û got, “Armanca dewletan tenê berjewendiyên xwe pêk bînin, lê ji bo çareseriyê tu proje pêşkêş nekirine.”

‘Projeya Netewa Demokratîk çareserî ye’

Îmad Dawûd di berdewama axaftina xwe de, got ku çareseriya altirnatîf ya rê girtina li pêşiya parçekirinê projeya Netewa Demokratîk e  û ev tişt got, “Projeya Netewa Demokratîk nêrînên gelê Bakurê Sûriyê nêzî hev bike, bi taybet piştî bûyetên qetilkirin û koçberkirina bi hezaran. Ev proje riya tekane ya parastina yekîtiya xaka Sûriyê ye û bingeha parastina herêmê ji êrîşan e.”

Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd di dawiya gotina xwe de da xuyakirin ku Netewa Demokratîk hewl dide sîstemeke demokratîk ji bo Sûriyê ava bike, hemû pêkhateyên herêmê di nava vê sîstemê cih digirin.