حركة المجتمع الديمقراطي

Rêveberiya Minbicê li daxwazên şêniyan guhdar dike û soz dide

601

Di du civînan de ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê ve hatin organîzekirin rewşa siyasî ji şêniyan re hate nîqaşkirin, her wiha pirsgirêkên wan hatin guhdarkirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê du civîn, yek li hola ciwanan a navenda bajar û ya din jî li taxa Hezûna hatin lidarxistin. Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî û gundarkirina pirsgirêkên civakî hatin lidarxistin.

Bi dehan şêniyên bajêr, endamê Komîteya Xizmetguzarî Mihemed Elî Reşo, Hevserokê Meclîsa Dada Civakî Ebdulrehman Bitran, endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ezab Ebûd û Hevserokê Şaredariya Gel Qasim Ebûd tevlî civînê bûn..

Di her du civînan de Hevserokê Meclîsa Dada Civakî Ebdulrehman rewşa siyasî nirxand û wiha got:” Bi saya fedekariya şehîdan û yekgirtina gelên herêmê bajarê me ji DAIŞ’ê rizgar bû.”

Her wiha Bitran îdîayên ku dibêjin rêjîma Baas derbasî bajêr bûye derewand û got, “Ev gotegot ne di cih de, em li herêmê û em baştir dizanin. Armanc ji van îdîdayan derxistina tevliheviyê ye.”propexendeyên aliyên dijberên ewlehî, aramiya bajêr û biratiya gelan in, ku dixwazin tevlihevî li bajêr belav bikin.

Piştre deriyê nîqaşan ji şêniyan re hate vekirin. Şêniyan ji ber qutbûna ceyranê, derengmayîna sesrastkirina riyan û kêmasiyên beşa tenduristiyê gazinên xwe anîn ziman û daxwaz kirin ku xwestekên wan baş bi cih werin.

Paşê guhdarkirina giliyên şêniyan endamên Rêveberiya Sivîl tekez kirin ku ji roja destpêkê ya rizgarikirina bajar ve hewl didin hemû pêdiviyên şêniyan peyda bikin û soz dan ku hîn bêtir xebatên xwe bidin meşandin.