حركة المجتمع الديمقراطي

‘Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî’ dest pê kir

722

Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî bi beşdarbûneke berfireh ji kesayetên siyasî û muxalîfan ên ji gelek bajar û herêmên Sûriyeyê bi armanca nîqaşkirina rewşa heyî ya Sûriyeyê, dest pê kir.

Foruma bi beşdarbûneke fireh ji kesayetên siyasî û muxalîf ji gelek herêmên Sûriyeyê li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk a li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî (Til Ebyed) bi dirûşma “Danûstandina Sûrî-Sûrî hevdîtinek avaker e’ dest pê kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî ji hundirê forumê hate wergirtin, beşdarên civînê wê rewşa heyî ya Sûriyeyê nîqaş bikin, her wiha dê rêbazên çareseriya aloziya Sûriyeyê, şêwayê sîstemê û rêveberiyên li Sûriyeyê dê werin nîqaşkirin.

Di forumê de kesayetên serbixwe, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên opozîsyona hundir ên ji hemû parêzgehên Sûriyeyê û bi taybet Idlib, Deraa, Humis û Şamê hazir in.

Foruma bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê jî axaftina vekirinê ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk ve hate kirin. Di axaftinê de xêrhatinê beşdaran hate kirin û forum û girîngiya wê hate pênasekirin.

Tê payîn ku di roja yekem a forumê de aloziya Sûriyeyê, bingeha dîrokî, aliyên çalak û aliyên destwerdan kirine nîqaş bikin. Di roja duyemîn de jî tê payîn ku sîstema siyasî li Sûriyeyê were nîqaşkirin.

Komîteya amadekar a forumê destnîşan kir ku forum dê 2 rojan dewam bike.

Mijarên roja yekem:

– Bingeha dîrokî ya aloziyê

– Şiklê rêveberiyên li Sûriyeyê di 5 salên derbasbûyî de û têkiliya wê bi giştî aloziya Sûriyeyê re.

– Nêrîna sîstema rêveber û pêkanîna di Sûriyeya pêşerojê de.

1- Parlamenterî, serokkomarî, nîvparlamenterî û nîvserokatî be.

2- Navendî, nenavendî/demokratîk/ mînaka wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê. Ji wan ya baş ji Sûriyaya pêşerojê re çi ye?

Roja duyemîn:

1- Çawanî û rêbaza bijareyên demokratîk ên li ser maseya danûstandinan dê werin nîqaşkirin, her wiha rola wê ya erênî di pêşeroja Sûriyeyê de wê were ravekirin. Di heman demê de pêşniyarên avakirina desteyeke nû ya opozîsyonê, rola MSD û avakirina hêzeke demokratîk a Sûriyeyê.

2- Girîngtirîn rêgezên sereke yên Sûriyeya demokratîk a pêşerojê ku kesên demokrasîxwaz banga wê dikin, were nîqaşkirin, di nava wê de jî dê pêşniyara komîteya destûrê were nîqaşkirin.

3- Biryarnameyên kongreyê û ragihandina wê bi daxuyaniyeke giştî pêk were.

4- Komîteyek ji bo şopandina danûstendinan, her wiha diyarkirina demeke din ji bo hevdîtinê ku di demeke ne zêdî 6 mehan ji roja lidarxistina forumê, pêk were.