حركة المجتمع الديمقراطي

Li Efrînê welatiyekî din hate kuştin

695

Welatiyê bi navê Abdulrehman Hec Xelîl ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye û hate zanîn ku ji ber îşkenceyên çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta tirk a dagirker, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê welatiyê bi navê Samî Abdulrehman Hec Xelîl (40) bêyî sûc û sebeb ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye ve hate revandin û ji ber îşkenceyên ku lê hatin kirin, jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka kantona Efrîn ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin kiryarên hovane mîna kuştin, revandin, talankirin li şêniyan dikin. Her wiha çarenûsa bi hezaran sivîlên ku hatine revandin, ne diyar e.