حركة المجتمع الديمقراطي

MSD’ê gevên girîng avêtin!

792

Li gel ku projeyên siyasî û hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê ti encam negirtin, di heman demê de li gel dijwariya şer û nakokiyên hêzên navdewletî yên li ser Sûriyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya sêyemîn dike.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di 9’ê kanûna 2015’an de de li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a avakirina koalîsyonek demokratîk li tevahî Sûriyeyê, bi amadebûna gelek pêkhate û derdorên siyasî yên Suriyeyê (103 delege) hat avakirin. MSD’ê di demekê ku komên ku navê “Opozisyona Sûriyê” li xwe dikin li paytexta Qahîre Riyadê kongreya xwe li dar dixistin de hate avakirin. Gelek hêz, partî, rêxistinên siyasî û civakî û kesayetên serbixwe yên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê di meclîsê de cih digirin.

Girîngiya meclîsê

Di encamnameya kongreyê de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku ew ê berpirsyariya qonaxa dîrokî bigire ser xwe, şoreşê bîne ser riya wê ya rast, rijandina xwînê rawestîne û riyekê ji tarîtiya ku welat ketiyê re bibîne, hêviyên gel pêk bîne, sîstemeke demokratîk pêk bîne, hat îlankirin.

Di heman kongreyê de, hevpeymana siyasî ya meclîsê jî hat pejirandin. Di xalên hevpeymanê de, avakirina sîstemeke demokratîk, parlamenterî, pir reng û ne navendî esas hatin girtin. Her wiha azadiya jinê wekî mîsogeriya hemû azadiyan, ciwanan jî weke hêza dînamîk a civakê jî hat dîtin.

Di kongreyê de MSD wekî sîwana siyasî, niştimanî û demokratîk a Sûriyayê hate pejirandin.

Mîsyona meclîsê

MSD’ê bi hêza xwe ya sivîl, siyasî û endanên xwe ji bo veguheztina welat ji tundî û desthilatdariyê ber bi dewleke qanûnî ve dixebite.

Tevna rêxistinî ya MSD’ê

Tevna rêxistinî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji hejmarek deste û buroyan pêk tê. Ji wan; Desteya Serokatî. Endamên Desteyê ji 13 heya 15 kes in, li gel wê jî hevserok hene. Deste pêkanîna biryarên. xebatên buro û komîteyên meclîsê dişopîne, endamên wê ji aliyê Desteya Siyasî ve ji bo salekê têne hilbijartin. Endamên vê desteyê kêmanî her 15 rojan an jî dema were xwestin dicivin.

Desteya Siyasî endamên xwe ji 43 heya 50 kesî ne îradeya meclîsê temsîl dike, erka wê avakirina meclîsên herêmî ye. Wekî desteya zagonsaz û rêveber tê dîtin.

Hevserokatî: Berdevak û nûnera meclîsê ye, xebatên Desteya Siyasî û Desteya Serokatî bi rêve dibe û ji aliyê endamên meclîsê ve têne hilbijartin.

Mekanîzmeya xebatên buroyên meclîsê

Di meclîsê de buro hene. Her buroyeke jî sîstemeke wê kar û rêxistînî û serokê wê heye. Deste bi riya meclîsan karê xwe birêxistin dikin.

Buroyên Meclîsên ev in; Buroya Rêxistinî: Erka buroyan diyar dike.

Buroya Sekretariya: Navên endaman, komên di nav de cih digre arîşf dike.

Buroya Têkiliyên Giştî, Buroyan Jin, Ragihandin û Ciwanan.

Xebatên meclîsê di nava du salan de

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di nava du salan de gelek gav avêtine. Gelek civîn him di hinder û him jî li derve li darxistine û ji bo çareseriya aştiyane li Sûriyê gelek armanc bi dest xistine, ji wan, Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Sivîl a Herêma Tebqayê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê ava kir û derfetên xizmetguzariyê û tenduristiyê û hwd pêşkêş kir.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk dê îro kongreya xwe ya sêyemîn lidar bixe, da ku ji nûve rêxistinbûyîna xwe ava bike ku karibe bi awayekî hîn berfirehtir alîkairya gelê Bakurê Sûriyê bike.