Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê ragihandin hejmareke jin ku berê karê istîxbaratê ji DAIŞ’ê re dikin hatin giritn.
Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê bi daxuyaniyekî ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Jin hejmarek jinên DAIŞ’yî girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Di nava du rojên derbasbûyî de, li ser agahiyên ku hatine bidestxistin, Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Jin a Reqayê hejmareke jin ku berê di nava DAIŞ’ê de karê istîxbaratê dikirin, ji wan yên ne Sûrî hebûn û hin jinên din jî ku karên bê exlaqî û dûr urf û adetên civakî dikirin, girtin.
Hin aliyan xwestin vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bînin û bi mozayîka eşîrtî ya herêmên bilîzin, lê hewldanên wan bi ser neket.”
Em wekî Hêzên Ewelekariya Hindirîn a Reqayê tekez dikin ku ew jin ji ber sedemên me bi bîr xistin hatin girtin û Hêzên Ewlekariya Hindirin a Jin bi hevkariya Dada Civakî ev dosya girt ser xwe. Parastina civakê erka me û her ferdekî ku rêzdariyê dide welat û gelê xwe ye.”