Sala xwendinê ya 2017-2018 ber bi dawiyê ve diçe û ev sala sêyemîn e ku li dibistanên Kobanê zimanê Kurdî tê xwendin. Malbatên şagirtan diyar kirin ku ev yek ji bo vejînkirina zimanê Kurdî gaveke serkeftî bû.
KOBANÊ
Sala xwendinê ya 2017-2018ʹan ber bi dawiyê ve diçe û zarokên Rojava di sala 3ʹyemîn de zimanê dayîkê dixwînin. Malbatên şagirtên Kantona Kobanê diyar kirin ku ev gav ji bo vejînkirina zimanê dayîkê serkeftî bû.
Li gorî Komîteya Perwerdeyê rêjeya şagirtên di zimanê Kurdî de serkeftî sal bi sal zêde dibe. Komîteyê diyar kir ku par hejmara şagirtên serkeftî 44 hezar bûn, îsal jî 52 hezar û 622 şargirtin.
Ji bo şagirt di zimanê Kurdî de xurt bibin, Desteya Perwerdeyê di navbera havînê de deweryên perwerdeyê ji bo mamosteyên zimanê Kurdî vedike.
Malbatên şagirtan ji ANHAʹyê re axivîn û diyar kirin ku zarokên wan bi hêsanî fêrî zimanê Kurdî dibin ji ber ku zimanê wan ê resen e.
Nehîda Mihemed Elî got ku dema dibistan di bin desthilatdariya rêjîma Baas de bûn, ziman û çanda Erebî li ser şagirtan dihat ferzkirin û wiha domand, ʺÎro zarokên me zimanê dayîkê dixwînin. Zarok pir ji zimanê Kurdî hez dikin, em bi vê yekê kêfxweş in.ʺ
Fatma Hesen jî axivî û destnîşan kir ku di destpêka salê de zarokan di zimanê Kurdî de zehmetî didînin, lê niha pir xweş dixwînin û dinvîsin. Fatma di berdewama axaftina xwe de wiha got, ʺTişta balkêş di mertiyalên zimanê Kurdî de ew e ku zarokan fêrî exlaq û hezkirina welat dikin. Lê rêjîma Baas di mertiyalên xwe de tenê pesnê siyaset, ziman û çanda xwe dida.ʺ
Fatma spasiya Desteya Perwedeyê kir û hêviya serkeftinên hê mezintir kir.