Şandeya Rojava û Federaliya Bakurê Sûriyê serdana gelek dewletên Ewûpayê kirin û hevdîtin bi gelek rêxistin, kesayetên girîng re hevdîtin kirin.
Şandeya Rojava û Federaliya Bakurê Sûriyeyê bi beşdariya Hevserokê PYDʹê Şahoz Hesen û Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Êlîzabês Gewriye gelek hevdîtin bi dewletên derve û rêxistinên siyasî re kirin û rewşa dawî ya Sûriyeyê (taybetr Efrîn) nîqaş kirin.
Her wiha şandeyê hevdîtin bi nûnerên partiya sosyalîst a Siwêdê, berpirsê têkîliyên Andres Osterbury, Serokê Partiya Çep Jonas û berpirsê têkîliyên partiyê Yasmîn Basyo re kirin.
Şandeya Rojava bi berpirsê Têkîliyên Partiya Kesek Walter died, berpirsê têkîliyên partiya Lîberal Frederick Malm re hevdîtin kirin. Her wiha serdana rêxistina Emmesty a mafên mirovan kirin û siyasetên dewleta Tirk li Efrînê teşhîr kirin.
Di berdewama hevdîtinên xwe de şande bi saziya Palma Center, Seroka navenda Anna Soderstrom, berpirsê beşê Sûrî Auto û berpirsa beşê Tirkî Helen Shaheen re civiya. Di civînan de çawaya xebata hevbeş di warê mafên mirovan de, her wiha avakirina saziyên demokratîk û rêxistinên jinê hatin nîqaşkirin.
Her wiha şandeyê serdana Wezareta Karê Derve ya Siwêdî kir û hevdîtin bi berpirsê dosya Sûrî Niklas Kebon re kir. Di hevdîtinê de girîngiya beşdariya Rêveberiya Xweser û Federaliya Bakurê Sûriyê di danûstanên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê de û bal hat kişandin ser girîngiya destekdayîna rêxistinên alîkariyê ji gelê Efrînê re.
Şandeyê li bajarên Orbro, Burlinghe û Stockholm 3 semîner ji Kurdistaniyan re li dar xistin.
Girîngtirîn mijarên ku di hevdîtinan de hatî nîqaşkirin, teşhîrkirina siyasetên dagirkeriya Tirk, şîrovekirina trajediya gelê Efrînê li koçberiyê. Her wiha girîngiya beşdariya nûnerên Federaliya Bakurê Sûriyê û nûnerên tevahî gelên herêmê di danûstanên ku ji bo aloziya Sûriyê têne lidarxistin de.