Artêşa Tirk a dagirker gule avêtin welatiyên ku li erdê xwe yê çandiniyê dixebitîn, di encamê de du welatî birîndar bûn.
GIRÊ SPÎ
Di encamê de jina temen mezin a bi navê Dendî Reşo Muslim û welatiyê bi navê Xelûf Mihemed Îsa birîndar bûn.
Şêniyên herêmê birîndar rakirin nexwexaneya Girê Spî. Li gorî kadroyên tenduristiyê rewşa birîndaran başe.