Berdevkê Fermî yê QSD‘ê Kîno Gabriyel diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyê û milîsên wê êrîşî nûqteyên şervanên QSD‘ê yên li rex Çemê Firatê kir û got ku rêjîm bi van nêzîkatiyê xwe destekê dide terorê û pêngava wan a li dijî DAIŞ‘ê asteng dike.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) Kîno Gabriyel îro yekşemê derbarê êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê û milîsên wê yên li ser nûqteyên şervanên wan li Dêrazorê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di demekê ku hêzên me QSD‘ê amadekariyên berdewamiya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Cizîrê ji rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê didomîne û sînorê rojhilatê Sûriyê bi ewle dike de artêşa Sûriyê û milîsên wê nûqteyên hêzên me li gundewarên Dêrazorê yê li rex Çemê Firatê hedef girt. Armanca vê êrîşê ew e ku pêngava me ya li dijî terorê asteng bike.
Hêzên rêjîma Sûriyê û milîsên wê ji saetên şeva din ve heta kêliya nivîsandina vê raporê nûqteyên şervanên me hedef girt, ku dixwaze ber bi herêmên ku hatine rizgarkirin ve biçin. Hêzên me bersiva jêdera êrîşî da.
Em wekî Hêzên Sûriyeye Demokratîk, tekez dikin ku têkoşîna me ya li dijî terorê berdewam e. Em tekez dikin ku parastina rewa mafê me ye. Dijminahiya ji aliyê hêzên rêjîmê ve destekdayîna bi terorê ye û armanc jê astengkirina şerê li dijî terorê ye.”