حركة المجتمع الديمقراطي

46 welatiyên Efrînê di 4 odeyan de dijîn!

653

ŞEHBA

Zehmetiyên şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man dev ji warên xwe berdin û xwe li kantona Şehbayê bi cih bikin, roj bi roj zêde dibe. Ji ber ku hejmara şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne zêde bûye ji ber vê yekê şênî hemû zehmetiyên ku rastî wan tên bi hevre parve dikin û bi awayekî hevbeş bi hevre dijîn.

Yek ji zehmetiyên ku rastî şêniyên Efrînê tê ew e ku 10 malbat bi di malakê li gundê Meret El-Muslîma ya girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi cih bûne. Hejamra endamên 10 malbatan 46 kes in û di 4 odeyan de dijîn.

Balkêş e ku ku her deh malbat ne xizmên hev in jî. Her deh malbat li hember zehmetiyan li ber xwe didin û bi awayekî rojane kar û xebatên xwe dimeşînin.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Osman Mihemed yek ji kesên ku di wê malê de dijî, ji ajansa me ANHA`yê re li ser zehmetiyên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dîtin, axivî. Mihemed got ku artşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topban êrîşî gundê wan kirin û wiha pê de çû,ʺEw neçar man ku ji gundê xwe derkevin û berê xwe dan gundê Kobik. Em nêzî 15 rojan li wî gundî man, lê careke din balafirên artêşa Tirk a dagirker êrîşî wî gundî jî kirin. Ez neçar mam ku sewalên xwe bifroşim û berê xwe bidin bajarê Efrînê.ʺ

Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman,”Me berê xwe da navenda bajarê Efrînê lê tevî wê jî em ji topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nefilitîn. Li bajarê Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujî pêk anîn. Ji ber vê yekê û ji bo ku em zarokên xwe biparêzin me berê xwe da kantona Şehbayê.”

Mihemed diyar kir ku wan gelek zehmetî li Şehbayê dîtin, lê herî dawî ew li gundê Meret El-Muslîma ya girêdayî navçeya Fafînê di malekê de ku ji 4 odeyan pêk tê, bi cih bûn.

Mihemed di dawiyê de ev tişt got,”Em weke şêniyên Efrînê çarenûsa me yek e. Tevî ku em zehmetiyan jî dibînin lê me biryar daye ku em ê heta dawiyê alîkariya hev bikin. tevî ku me ne xizmên hevin jî lê em deh malbat di malekê de dijîn. Em ê heta dawiyê bi hevre bijîn û heta ku Efrîn were rizgarkirin em ê alîkariya hev bikin û em ê li warê xwe vegrin.”