حركة المجتمع الديمقراطي

Hovîtiya dagirkeran; malbatek hate hedefgirtin û zarokek hate qetilkirin

739

EFRÎN

Çavakniyekê ji herêma Efrînê, ragihand ku roja Şemê 28‘ê Nîsanê balafirek Tirk a bê pîlot malbata “Mustefa” yê ji gundê Xelnêra dema di nava zeviyên xwe yê zeytûnan de dixebit amranc kir.

Di encamê de Xalîd Mustefa yê 24 salî şehîd bû û bavê wî Wehîd Mustefa yê 50 salî û birayê wî Elî Mustefa yê 23 salî birîndar bûn.

Çavkanî diyar kir ku cenazeyê Xalid û birayê wê Elî rakirina nexweşxaneya Ezazê û bavê wan ku bi giranî birîndar bibû birin nexweşxaneyên Kilisê û gotin ku çarenûsa wan hîne ne diyar e.

Hate ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker 26‘ê Nîsanê de zarokê bi navê Mihemed Mustefa Xelîl ê ji bajarê Efrînê bi kêrê kuştin û cenazeyê wî li ser riyê hiştin.

Li gorî agahiyên ku ji herêma Efrînê hatine bidestxistin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hemleyên girtina welatiyan didomîne.

Çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 5 malbatên ji Xûtaya Rojhilat li malên Ebdulreham Elo yên li herêma Pîşeyî ya navenda bajarê Efrînê bi cih kirin.