حركة المجتمع الديمقراطي

Ciwanên Reqayê KovaraʺDengvedana Ciwananʺderxist

554

REQA

Kovar ji 20 rûpelan pêk tê. Beşên kovarê wiha ne: Perwerde, çalakiyên ciwanan, spor, behreyên ciwanan, rola jinên ciwan di civakê de.Komîteya Ciwanan wekî gava destpêkê 500 çap ji kovarê derxist. Gotarên ku di hejmara yekemîn de hatine derxistin wiha ne: Danasîna ciwanan, perwerde û fikrên azad, çalakiyên ciwanan, spor, çand û huner, afrînerên azadiyê, parêzvanên welat, jin û civak û behre û berhem.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Raghandina Ciwanan Ehmed Mustefa El-Hemûd derbarê armancên kovarê de ev tişt got,ʺEm wekî ciwan, piştî rizgarkirina Reqayê ev yekemîn kovare ku em derdixin. Ev kovar wê mehê carekê were lidarxistin.ʺ

El-Hemûd destnîşan kir ku ev kovar wê li herêma Cizîrê û Firatê jî were belavkirin.