Bi dirûşmeyaʺNetewa Demokratîk wê bibe bersiva hemû komkujiyanʺPlatforma Danûstandinê li Navenda Meclîsa Zagonsaz a Cizîrê li navçeya Amûdê destpê kir.
Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Rêvberiya Sivîl ên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbic, Rêvberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Kobanê, Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Abdullkerîm Sarûxan, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xilo, endamên Meclîsa Zagonsaz, rêxisinên mafan, çandî, civakî û partiyên siyasî û dîroknas, beşdarî platformê bûn.
Di hola platformê de, wêneyên qurbaniyên komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê kirin hate daliqandin.
Di platformê de, wê pênc xal werin nîqaşkirin.
Xala yekê: Komkujiya Osmaniyan derheqê Ermeniyan de, ji aliyê Hevserokê Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Cozêf Lehdo ve were dayîn.
Xala duyemîn: Komkujiyên Osmaniyan derheqê Êzidiyan de, wê ji aliyê Endama Mala Êzidiyan li Kantona Cizîrê Şermîn Şaqo ve were dayîn.
Xala sêyemîn: Dagirkeriya Osmaniyan ji herêmê re, wê ji aliyê Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên El-Ezam ve were dayîn.
Xala çar: Komkujiyên Osmaniyan derheqê Kurdan de, wê ji aliyê Hekem Xilo ve were dayîn.
Xala pênc: Çareseriyên derbarê rizgarkirina gelan ji komkujiyan, wê ji aliyê Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Umer ve were dayîn.